09:09 18 Hezîran 2018
Gundê Xaltan ê Efrînê

Li bajarokê Mabeta ya Efrînê teqîn: Kalê 65 salî canê xwe ji dest da

© Sputnik / Mikhail Alaeddin
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li gundekî bajarokê Mabeta ya Efrînê bombeya vedayî teqiya û di encama teqînê de kalê 65 salî canê xwe ji dest da.

Li gor çavkaniyên herêmî, li gundê Remedana ya ser bajarokê Mabeta ya Efrînê bombeya vedayî teqiya û di encama teqînê de kalê 65 salî yê bi navê Mihemed Ehmed Koçer canê xwe ji dest da.

Çavkanî di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku berî sê rojan li gundê Qêsim yê ser bi navçeya Raco ve bombeyek vedayî di trektorekê de teqiyabû û di encamê de 5 kes birîndar bibûn û birîndarê bi navê Cemal Hec Hemîd Şêxo piştî du rojan canê xwe ji dest da.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) piştî şerê 58 rojan di 18ê Adara bûrî de ketin Efrîn, ji wê demê ve jî hema hema bi awayekî rojane bombeyên vedayî bi malên xelkê Efrînê de diteqin û bi dehan sivîl ta niha bûne qurbanî.

Bi heman mijarî:

Çekdarên ASAyê bertîlê ji kesên ku dixwazin vegerin Efrînê dixwazin
Li Efrînê mayîn teqiya: 5 efrînî birîndar bûn
‘Em Efrînê radestî rêvebiriya Esad nakin'
Dîsa çekdarên ASAyê li Efrînê kurd revandin
Artêşa Tirkiyê ji kurd û erebên li Efrînê nasnameya tirkî dixwaze
'Piştî 54 rojan, balafirên Tirkiyeyê dîsa li ezmanên Efrînê ne: Kuştî hene'
Etîketan:
Li Efrînê teqîn, ASA, EfrÎn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de