13:32 23 Hezîran 2018
Russian tactical group seen at Hmeymim aerodrome in Syria

Li baregeha Hmeymim a rûsî balafireke bêmirov hat xistin

© Sputnik / Dmitriy Vinogradov
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Sîstemên parastina hewayî yên li baregeha Hmeymim a Rûsyayê ku li Sûriyeyê ye, balafireke bêmirov a nasnameya wê nediyar rûxand.

Rayedarên li baregeha Hmeymimê ragihandin ku 21ê Gulanê roja duşemê berêvarê, navgînên kontrola hewayî yên li baregeha Hmeymimê navgîneke bêmirov a hewayî ya biçûk tesbît kirine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, sîstemên parastinê yên li baregehê ew balafira bêmirov a nêzîkî baregehê bûye ruxandine û baregeh jî karûbarên xwe yên asayî berdewam dike.

24ê Nîsana 2018an baregeha Hmeymimê bûbû armanca êrîşa Navgînên Hêwayî yên Bêmirov (NHB) û sîstemên parastina hewayî yên rûsî hemû rûxandibûn.

Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de