19:14 23 Hezîran 2018
Rojava

Aldar Xelîl nûçeyên lihevkirinê red kirin: Civîn erênî bû lê lihevkirin pêk nehatiye

© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Sûriye
Lînkê kurt
0 20

Hevserokê Desteya Birêveber a TEV-DEMê Aldar Xelîl diyar kir ku civînên wan bi rayedarên Herêma Kurdistanê re erênî derbas bûne lê ew îdîayên hinek saziyên medyayê yên derbarê lihevkirinê de red kirin û got ku ti lihevkirinê pêk nehatiye.

Medyaya Herêma Kurdistanê ragihandibû ku Berpirsê Desteya Rojava yê li Herêma Kurdistanê Hemîd Derbendî û Hevserokê Desteya Birêvebir a TEV-DEMê Aldar Xelîl ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera partiyên kurdan ên li Rovaja de li Hewlêrê li hevdu civiyane.

Li gorî nûçeya ANHAyê, Xelîlî derbarê civîna xwe ya li gel Berpirsê Dosyaya Rojava ya Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Hemîd Derbendî de axiviye.

Xelîlî diyar kiriye ku armanca wan çareserkirina qeyrana Sûriyeyê, bipêşdexistina projeya demokratîk û yekîtiya kurdan e û wiha gotiye: Yek ji girintirîn armanca me yekkirina gotara kurdî ye".

Herwiha Xelîlî destnîşan kiriye ku "têkiliyên hinek partiyên kurdî bi hinek aliyan re heye ku ew alî xizmeta berjewendiya kurdan nakin, wek îtîlafa Sûriyeyê û hinek aliyên din ku qaşo xwe wek dijberiya Sûriyeyê bi nav dikin".

"PÊŞÎ KONGREYA NETEWEYÎ YA ROJAVA, PAŞÊ YA KURDISTANÊ"

Xelîlî gotiye ku wan li partiyên kurdî pêşniyar kiriye ku kongreyeke neteweyî ya Kurdistanê li Rojava li dar bixin û wiha dewam kiriye: Armanca me ew e ku kongreya li Rojava, bibe bingehê lidarxistina Kongreya Neteweyî ya kurdistanê, yekîtiya kurdî û bidawîkirina nakokiyên yên partiyên teng."

Li gorî Hevserokê Desteya Birêveber a TEV-DEMê Aldar Xelîlî, civîna wî ya li gel Derbendî erênî derbas bûye ku piştgiriya xwe ji însiyatîfa TEV-DEMê re anîye zimanî û gotiye ku gaveke erênî ye.

Xelîl diyar kir ku ev civîn ne fermî bû û wiha dewam kir: "Belkî ev hevdîtin bandorê li wan aliyan bike, ne yên bi tirkan re kar dikin ku bûne beşek ji wan û bûne hevparên êrîşa li ser Efrînê, zehmet e ku lihevkirinek bi wan re çêbibe."

Rayedarê Rojava diyar kir ku tenê aliyên ku dibe xebatek bi wan aliyan re were meşandin ên ku bi Tirkiyeyê re kar nekirine û li ser îdîayên di medyayê de cih girtine ku ENKSê merc danîne, wî wiha got: Ê me haya me ji wan tine. Ew girêdayî wan e. Ez ti şiroveyê li ser nakim."

Bi heman mijarî:

Ji DYAyê derbarê HSDê de parvekirinek nû hat
HSDê encamên şerê 24 saetên dawî yê Efrînê ragihand
‘Li Minbicê 146 kes piştî perwerdehiya leşkerî tev li hêzên HSDê bûn’
Aqûbeta girtiyên DAIŞî yên di destê HSDê de wê çawa bibe
Berdevkê Hevpeymanê: Em ê piştgiriya HSDê bikin
Pentagon: Çekên HSDê ji bo armanceke baş tên bikaranîn
HSDê agahiyên dawî yên operasyona li dijî Efrînê eşkere kirin
Etîketan:
ENKS, TEV-DEM, Aldar Xelîl, kurdistan, Kurdistan, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de