09:10 18 Hezîran 2018
Çekdarekî ji Bera El-Nusra

Pisporê rûsî: Dibe Rûsya û Tirkiyeyê li dijî El Nusra şer bikin

© AP Photo / Al-Nusra Front Twitter page
Sûriye
Lînkê kurt
0 10

Serokê Înstîtuya Rojhilatzaniyê ya Amademiya Zanistî ya Rûsyayê Vîtaliy Naûmkîn diyarkir ku hevkariya Rûsya û Tirkiye li Sûriyeyê wê bi serkevtî be, lê di derbarê pêşxistina rewşa Îdlibê a li ser sînorên Tirkiyeyê ji ber 'kombûna' çekdaran ji parêzgeyên cûda yên walêt zehmete mirov pêşbînî bike.

Naûmkîn beşdarî qada gengeşiyê ya Valdayê bû û di axaftina xwe de diyar kir kû vê gavê li Îdlibê gelek çekdar hatine bicîhkirin, ewana hemû ji herêmên cuda cuda yên walêt hatine derxistin. Li gor hinek danayan hejmara çekdarên bi çekkirî li Îdlibê nêzîkî 30 hezar kesiye. Li Sûriye li gor peymana garantorên agirbestê ango Rûsya, Tirkiyeyê û Îranê herêmên kêmkirina rageşiyê hatine afirandin. Li ser axa Sûriyeyê hevkariya leşkerên Rûsyayê bi awayekî aktîv çalakiyên alîkariya mirovî û pêvajoya derxistina çekdaran ji herêmên taybet têne pêkanîn. Li gor ragihandina Navenda Rûsyayê ya lihevhatina aliyan li Sûriyeyê ji roja 7 Gulanê ji herêma kêmkirina rageşiyê 'Hûmsê' 35 hezar û 270 çekdar û endemên malbatên wan hatine derxistin.

Naûmkîn di axaftina xwe de got: `Îro em cara ewil ragihandinên hişk yên hikûmeta Tirkiyeyê dibîzin kû ew amadene, ne tenê li hember DAÎŞê şerbikin herwiha wê li dijî `En Nûsrayê` jî şerbikin. Şans heye kû hevkariya Rûsya û Tirkiyeyê di tekoşîna dijî komen terorîst ên kû di herêmên taybet xwe vedişêrin zêdetir bi serkeftî be. Parêzgeha Îdlib li ser sînorê Tirkiyeyê ye û pêşbînîkirina rewşa wê li pêşerojê ez vê gavê nikaririm`.

Bi heman mijarî:

Îdîaya, 'ASA û El Nusra dixwazin herêmeke xweser di bin parastina Amerîkayê de çêkin'
Rûsya: El Nusra û Xûdeyên Spî amadekariya provokasyonan li Idlibê dikin
‘Amerîka qebûl kir ku El Nusra çekên kimyewî bikar aniye'
Rûsya: El Nusra dixwaze tevahiya Îdlîbê kontrol bike
El Nusra hewldide kontrola deriyê sînor ên li ser sînorê Tirkiyeyê bi dest bixin
Etîketan:
hevkarî, şer, Vîtaliy Naûmkîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de