04:22 22 Hezîran 2018
Qamışlo

'Asayîşa Rojavayê endamekî ENKSê berda'

© Sputnik / Hediye Levent
Sûriye
Lînkê kurt
0 01

Asayîşa Qamişlo piştî 35 rojan ji desteserkirina Sekreterê Partiya Wekhevî ya Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê û Serkirdeyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê(ENKS) Nîmet Dawidî, duh ew berda.

Partiyê duh li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand ku Dawidê ku di 13ê Nîsana borî de ji ber 'xebata xwe ya siyasî' hatibû desteserkirin hatiye berdan.

Endamê Lijneya Herêmî ya Partiya Wekheviyê Hejar Mioyî ji radyoya ARTA FMê ya herêmî re jî heman agahî dan lê belê ti agahiyên zêdetir ji asayîşê nehatine bidestxistin.

Hêjayî gotinê ye ku asayîşê di 28 Nîsanê de endamê Lijneya Serokatiya ENKSê di 27ê meha borî de berdabû.

Bi heman mijarî:

2 nivîsgehên ENKSê hatin girtin
Nivîsgeha Qamişlo ya ENKSê ji nû ve hat vekirin
Nivîsgeha ENKSê hate girtin
Endamê ENKSê li Dirbêsiyê hat binçavkirin
Serokê ENKSê: Em ê binpêkirinan bigihînin ber destê civaka navdewletî
ENKSê li pêşberî avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakiyek li dar xist
Konsolosê Amerîkayê yê li Hewlêrê pêşwaziya heyeta ENKSê kir
2 rêveberên partîyên ENKSê hatin berdan
Etîketan:
Partiya Wekhevî ya Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê, ENKS, Nîmet Dawid, Hejar Mio, Rojava, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de