05:36 22 Gulan 2018
    hsd-qsd-hsdê

    'Fermandarê brîtanî pesnê Generalê HSDê Mezlûm Kobanî da û bangî Tirkiye û HSDê kir'

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 20

    Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Sûriye û Iraqê Rupert Jones roja sêşemê di axiftina xwe ya li ber Komîteya Parastinê ya Parlamentoya Brîtanyayê de pesnê Fermandarê Giştî yê HSDê General Mezlûm Kobanî yê wek Şahîn Silo tê nasîn da û bangî Tirkiye û HSDê kir ku li ser têkbirina DAIŞê bisekinin.

    PKK
    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Li gorî nûçeya rojnamevanê holendî Wladimir van Wilgenburgî, Jonesî diyar kiriye ku di asta leşkerî de (di operasyona Reqayê de) li gel kesekî bi navê General Mezlûmî re dane û stendine ku him kurd e û him jî ji di nav YPGê de ye. Fermandarê brîtanî behsa du komên sereke yên HSDê dike ku YPG yek ji wan e û ya din jî Hevpeymaniya Erebî ya Sûrî ne û wiha dewam dike: Tiştê General Mezlûm karî pêk bîne ew bû ku di navbera van koman de wek biryarder(Kingmaker) be."

    "FERMANDARÊ KURD NÊZÎKATIYEKE GELEKÎ REWŞENBÎRANE MEŞAND"

    Jones behsa helwesta Generalê HSDê di operasyona Reqayê de dike û diyar dike ku General Mezlûm gelekî bîrbir û baldar bû û haya wî jê hebû ku li bajarekî operasyonê dike ku piraniya wî ereb e û wiha dewam dike: Wî got, 'ev bajarekî erebî ye; ez kurdek im. Lewra divê ez di nêzîkatiya xwe de baldartir bim.' Hevparên menêzîkatiyeke gelekî rewşenbîrane meşand."

    "EFRÎNÊ NE DI BERPIRSYARIYA MIN DE YE"

    Herwiha Fermandarê brîtanî diyar dike ku her bêtir nêzîkî bajarê Reqayê dibûn, rêjeya şervanên ereb zêde dibû ku li ber bajarê Reqayê rêjeya hevpeymaniya ereb a di nava HSDê de gihişt 80%.

    Ji aliyê din ve, Fermandarê brîtanî şirove li ser operasyona Tirkiyeyê ya li Efrînê û kontrolkirina wê nekiriye û gotiye ku dê behsa tiştên li Efrînê diqewimin neke û wiha dewam kir: Ew ne beşekî wî şerî ye ku ez jê berpirsyar bûm.

    "TIRKIYE Û HSD, HERDU HEVPARÊN ME NE"

    Jonesî di berdewamiya axiftina xwe ya li ser wê mijarê de Tirkiye û HSDê herdu wek hevpar bi nav kirine û bangî wan kiriye ku "yekîtiyê biparêzin û li ser têkbirina DAIŞê bisekinin."

    Hêjayî gotinê ye ku Serokwezîra Brîtanyayê Theresa Mayê têgeha 'Terorîzma Kurdî' bi kar anîbû ku kurd gelekî hêrs bûbûn û li dijî wê derketibûn.

    "YPG RAGIHANDIYE KU PKKÊ SERBIXWE YE, EM JÎ RAZÎ BÛNE"

    Li gel îdîayên Tirkiyeyê ku YPG û PKK yek in, Generalê brîtanî dibêje ku YPG ji PKKê serbixwe ye û helwesta Tirkiyeyê li himberî YPGê bi bîr tîne û wiha dewam dike: "YPG ragihandiye ku ji PKKê serbixwe ye. Êdî ti têkiliyên wan nemane. Em wek hevpeymanî bi vê razî ne. Em dizanin ku Tirkiye wek endameke hevpeymaniyê, xwedan perspektîveke cuda ye. Em hîn vê mijarê ji nêzîk ve li gel Tirkiyeyê gotibûj dikin."

    Bi heman mijarî:

    Li Brîtanyayê operasyona li dijî Sûriyeyê hat protestokirin
    Pergala hewayî ya Sûriyeyê çend moşekên li ser Humûsê bêbandor kirin
    ‘Esad ne reviyaye Îranê û li Sûriyeyê xebatên xwe didomîne'
    Yekîtiya Ewropayê amade ye beşdarî avakirina Sûriyeyê bibe lê mercên wê hene
    Erebistana Siûdî: Ka em ê binêrin Sûriyeyê dê dersÊ bigire an na
    Etîketan:
    HSD, PKK, YPG, DAIŞ, Mezlûm Kobanî, Reqa, Efrîn, Brîtanya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de