20:50 20 Gulan 2018
    Suriye-Xutaya Rojhilat-leşker

    Li baregaha leşkerî ya li bajarê Hamaya Sûriyê teqîn

    © Sputnik / Youssef KARWASHAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    li gor ragihandina ajansa SANA ya Sûriyeyê ya fermî li nêzî baregaha leşkerî a li bajarê Hamayê teqîn pêk hatiye. Herwiha sedema têqînê hêj ne hatiye diyarkirin.

    Hat diyarkirin ku sedema teqîna ku li bajarê Hamayê pêk hatiye ne diyar e.

    ​Ji xeynî televîzyona dewletê, Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ku nêzî mûxalîfan e ragihand ku çend teqîn li bajarê Hamayê pêk hatine.

    Li gor daxuyaniyê baregaha ku li nêzî wê teqîn pêk ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve tê bikaranîn, li gor Çavdêriyê teqîn di hundirê bargehê de qewimî ye. Rêvebirê Çavdêriyê Rami Abdulrahman, "Teqîn li depoyên çekan ên li balafirxaneya leşkerî ya li Hamayê pêk hat."

    'LI PÊY HEV TEQÎN PÊK HATIN'

    Televîzyona dewletê ragihand ku piştî teqîna ewil li baregehê teqînek din rû da.

    Herwiha di dawiya meha nîsanê de Îsraîlê li dijî Sûriyeyê êrîşên bi moşek pêk anîbû.

    Etîketan:
    bûyer, teqîn, Ajansa fermî ya Sûriyayê SANA, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de