01:37 26 Gulan 2018
YPG

Amerîka çekên giran û wesayîtên zirxî ji YPGê re şandin

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
0 20

Amerîka çekên giran û wesayîtên Hummerê ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku hêza sereke ji YPGê pêk tê re di çerçoveya operasyona li Dêra Zorê ya li dijî DAIŞê de şandin. Rayedarê HSDê ji Sputnikê re diyar kir ku Amerîka çekên giran û wesayîtên zirxî ji wan re şandine.

Hikmet Durgun

Li gorî haydariyên ku Sputnikê ji çavkaniyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi dest xistin, şandina çekên giran bo HSDê ya di çerçoveya operasyona li Dêra Zorê ya Amerîkayê berdewam e.

‘HEWCEDARIYA ME BI GELEK ÇEKAN HENE'

Rayedarekî HSDê derbarê şandina çekan de ji Sputnikê re axivî û da zanîn ku doh Amerîkayê di çerçoveya operasyona li Dêra Zorê ku li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê şervanên HSDê dan destpêkirin de çekên giran û wesayîtên zirxî ji wan re şandine û got: "Amerîka çekên giran û wesayîtên Hummerê di çerçoveya operasyona Dêra Zorê de ji me re şandin. Çek û wesayîtên Hummerê ji ser Herêma Kurdistanê ve ji Deriyê Sêmalkayê ve hat Rojava. Ji wir jî bi TIRan anîn rojhilatê Dêra Zorê. Operasyona li Dêra Zorê berdewam e. Ji bo operasyonan hewcedariya me hêj jî bi gelek çekan hene."

Fermandarê Giştî yê Mevlîsa Leşkerî ya Dêra Zorê ku di bin banê HSDê de hat avakirin Ehmed Ebû Hewlê ji Sputnikê re axivî û destnîşan kir ku Amerîka di çerçoveya têkoşîna li dijî DAIŞê de bi her awayî piştgiriya dide wan û Amerîka ji wan re çek û wesayîtên zirxî şandine. Herwiha tê payîn ku heta niha Amerîka 4 hezar û 200 TIR çek û cebilxane ji HSDê re şandine.

Bi heman mijarî:

YPG: Di êrişê de fermandarek û 3 çekdarên ASAyê hatin kuştin
Çavuşoglu: Eger YPG ji Menbicê venekişe wek em ketin Qendîlê em ê bikevin Menbicê jî
'YPG ji bo hêzên erebî li gel hevpeymaniyê civiya'
Amerîka: YPG ji bo şerê DAIŞê bike ji nû ve vedigere herêma Firatê
YPG: Li nav Efrînê 4 çekdar hatin kuştin, 2 jî birîndar in
Etîketan:
operasyon, wesayît, çek, YPG, Sputnik, Ehmed Ebû Hewla, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de