18:04 21 Gulan 2018
    YPG

    Şervanên kurd herêmeke din a stratejîk bi dest xistin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 20

    Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengiya wê dikin ragihand ku gundê baxoza Jêrî ji destê rêxistina DAIŞê hatiye deranîn.

    Hêza Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku di encama wî şerî de gelek milîtanên DAIŞê hatine kuştin û gelek amûrên leşkerî hatin bidestxistin. Derbarê operasyona kontrolkirina gundê Baxoza Jêrî de Fermandarê Giştî yê Operasyona Dêrezorê Şêrko Hesekê got: "Gundê Baxozê cihekî stratejîk e. Li aliyekî gund Iraq e, li aliyekî rejîma Sûriyê ye û li aliyekî jî DAIŞ heye. Baxoz ji ber cihek e stratejîk e me yekem car ev gund rizgar kir."

    Li gor agahiyên fermandar, bi awayekî giştî ji ber hebûna welatiyên sivil, ev operasyon bi sistî birêve diçe çimkî karê balafirên şer ên navdewletî sînordar dike.

    Hêjayî gotrinê ye ku li ser sînorê di navbera herdû welatên Sûriya û Iraqê de odeyek operasyona hevbeş ji aliyê artêşa Iraqê û HSDê ve hatiye avakirin û li wir operasyonên tê rêvebirin.

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu: Eger YPG ji Menbicê venekişe wek em ketin Qendîlê em ê bikevin Menbicê jî
    YPG: Di êrişê de fermandarek û 3 çekdarên ASAyê hatin kuştin
    Erdogan: YPG bi çekên ku ji Amerîkayê stendine sînorên me tacîz kirin
    YPG: Li nav Efrînê 4 çekdar hatin kuştin, 2 jî birîndar in
    Tirkiye: Yan em yan jî YPG
    Tirkiye: Rûsya dibêje ku YPG li Til Rifetê nemaye
    Etîketan:
    YPG, HSD, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de