06:58 26 Gulan 2018
Bexdadî - Ebû Bekir El Bexdadî

'Hevpeymaniyê operasyoneke daxistina hewayî li Rojava kir: Armanc Bexdadî bûye'

© AP Photo /
Sûriye
Lînkê kurt
0 10

Malpera NRTyê ragihand ku Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ya Amerîkayê pêşengiya wê dike operasyoneke daxistina hewayî li bajarê Hesekê yê Rojava pêk aniye û tê gotin ku fermandarekî DAIŞê girtiye. Herwiha tê gotin ku armanca operasyonê Serokê DAIŞê Bexdadî bi xwe bûye.

Aktivîstên medyaya civakî ragihand ku îro danê sibehê operasyoneke daxistina hewayî li nêzîkî bajarokê Holê yê li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê ya girêdayî bajarê Hesekê yê Rojava pêk anî.

Li gorî nûçeya NRTyê ku dispêre Reuterse, wan.aktivîstan diyar kiriye ku berpirsyarekî DAIŞî ji nav axa Iraqê bi dizîka ketibû nav axa Sûriyeyê.

Tora Itihad Presê ya têkilîdarî dosyaya Sûriyeyê dibe li ser zarê çavkaniyên herêmî ragihand ku operasyon bi armanca girtina Serokê DAIŞê Ebû Bekir el Bexdadî hatiye kirin û wan teqez kiriye ku li herêmê dengekî zêde yê teqeyan hatiye bihîstin.

Herwiha wan çavkaniyan teqez kiriye ku Hevpeymaniya Navdewletî "kesayeteke berbiçav" ya DAIŞê girtiye lê wan nekariye piştrast bikin ku Bexdadî bi xwe jî hatiye girtin an jî reviyaye.

 

Bi heman mijarî:

YPG: Helwesta Amerîkayê qels e
Parlamentarê Swêdî li Efrînê serdana goristana YPG û YPJê kir
YPG: Raco neketiye û heta niha 60-70 endamên hêzên girêdayî Artêşa Sûriyeyê hatine kuştin
TSK: Me Cindirês bi temamî kontrol kir, YPG: Şerê kolanan didome
Hevpeymaniya Navdewletî: Dê YPG herêma Firatê bernede
YPG: Me êrişeke Tirkiyê ya li ser Efrînê têk şikand
YPG: Wê şer dirêj bajo, em ê heta dawiyê Efrînê biparêzin
Etîketan:
DAIŞ, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, Ebû Bekir el Bexdadî, Iraq, Sûriye, Amerîka, Rojava, Hesekê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de