20:49 20 Gulan 2018
    Mûsil leşkerê Iraqê DAIŞ

    'Propagandîstê sereke yê DAIŞê li Sûriyeyê hat kuştin'

    © AFP 2018 / Mahmud SALEH
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat diyarkirin ku propagandîstê sereke yê DAIŞê yê li Sûriyeyê Ebû Beraa El Şamî di encama operasyona balafirên şer ên Iraqê de hat kuştin.

    Li gorî çavkaniyekî ku ji bo televizyona El Sumeyra ya Iraqê ragihand, Hêzên Hewayî yên Iraqê li hemberî noqteya fermandarên DAIŞê operasyonek li dar xist û di encamê de propagandîstê sereke yê DAIŞê yê li Sûriyeyê Ebû Beraa El Şamî hat kuştin.

    Çavkanî diyar kir ku El Şamî ji amadekirina materyalên videoyê yên dîmenên îşkence û kuştinê jî berpirsyar bû û derbirî ku bi kuştina vî milîtanî binyada enformasyonê ya DAIŞê têk çûye.

    Rayedarên Iraqê daxuyandibû ku ew bi Navenda Îstixbaratê ya Bexdayê re, ku Rûsya, Sûriye, Îran û Iraqê di sala 2015a de ji bo koordînekirina xebatên têkoşînê ya li dijî DAIŞê û guhertina îstixbaratê damezirandibû, bi awayekî koordîneyî li Sûriyeyê operasyonan li dar dixe.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê ji bo Kûpaya Cîhanê ya 2018a gefa mirinê li Messi û Ronaldo xwar
    Moşekvanê DAIŞê li Tirkiyeyê hat girtin
    DAIŞê berpirsyariya êrişa xwekujiyê ya li Endonezyayê girte ser xwe
    Îranê cezayê îdamê da 8 endamên DAIŞê
    DAIŞê ragihand ku êrîşa li Parîsê wan kiriye
    Etîketan:
    kuştin, propagandîst, Hêzên Hewayî yên Iraqê, DAIŞ, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de