06:44 26 Gulan 2018
Lionel Messi Futbol - Barcelona

DAIŞê ji bo Kûpaya Cîhanê ya 2018a gefa mirinê li Messi û Ronaldo xwar

© AFP 2018 / Nicholas Kamm
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Hat diyarkirin ku rêxistina terorîst a DAIŞê bi dîmenên nû gefa mirinê li her du fitbolîstên navdar Lionel Messi û Cristiano Ronaldo xwar.

Li gorî ragihandina rojnameya Daily Mailê rêxistina terorê ya DAIŞê bi afiş û dîmên nû gefa mirinê li her du fitbolîstên navdar ên bi navê Lionel Messi û Cristiano Ronaldo xwar.

Di wan dîmenan de tê dîtin ku du endamên DAIŞê ew her du fitbolîstên navdar li ser rûyê wan li erdê dirêj kiriye û bi kêrê hewl didin wan serjê bikin. Yek ji wan afîşan bi nivîsa "Rûyê erdê wê bi xwîna we tijî bibe."

Rêxistina terorîst di afiş û posteran de bal kişand ser Kûpaya Cîhanê ya Fitbola 2018a, ku dê li Rûsyayê were lidarxistin û di postereke din de jî bi îngilizî ev tişt nivisîn: "Dijminên Xwedê li Rûsyayê ne. Sond dixwim ku agirê micahîdan wê we bişewitîne. Li bende bin."

 

Bi heman mijarî:

‘Kûpaya Cîhanê wê di navbera Messi û Dewletên Ewropayê de derbas bibe'
‘Di ser mala Messi re balafir nikarin derbas bibin'
Peymana Messi ya bi Barcelonayê re hat weşandin
Messi li dijî Chelseayê gihaşt miradê xwe
DAIŞê Messi û Kupaya Cîhanî hedef nîşan da
Etîketan:
DAIŞ, Lionel Messi, Cristiano Ronaldo, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de