16:59 26 Gulan 2018
Bajarê Hûmsê

Rûsya: Li Hûmsê tehliyekirina milîtanan gihîşt dawiyê

© REUTERS / Omar Sanadiki
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Navenga Şopandina Agirbesta Sûriyeyê ya Rûsyayê Yuriy Yevtuşenko ragihand ku ji Hûmsê tehlîyekirina milîtanan û malbatên wan hindik maye bidawî bibe.

Yevtuşenko diyar kir ku di 24 saetên dawî de nêzîkî 8 hezar kesan ji Hûmsê derketine.

Yevtuşenko got, "Navenda Şopandina Agirbestê û yekîneyên polîsên rûsî dikin ku tehliyekirina endamên çekdarên rêxistinên neyasayî û malbatên wan ji herêma kêmkirina rageşiyê ya Hûmsê temam bikin. Di 24 saetên dawiyê de, bi ser niştîngeha Tel Bisayê de 7 hezar û 973 kes derbas bûn."

Yevtuşenko da zanîn ku milîtan û malbatên wan bi nezareta hêzên ewlekariya Sûriyeyê û balafirên ambûlans gihîştine devera Kal'at el Mudîk a herêma Idlibê.

Li gor Yevtuşenko ji 7ê Gulanê ve heta niha ji herêma kêmkirina rageşiyê ya Hûmsê 35 hezar û 279 milîtan tevî malbatên xwe hatine tehliyekirin.

Bi heman mijarî:

Polîsa jin li ber standa HDPê strana ‘Olurum Turkiyem’ lê da û îşareta 'bozkurt' çêkir
Li Akrê qezaya trafîkê: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
Endamê Komîsyona Hilbijartinê: Pêwist e daxwaza partiyên Kurdistanê bê bicihkirin
Ji Federasyona Rojnamevanên Navnetewî bo Ukraynayê: Vişînkiy derhal berdin
Kurê Netanyahu li ser Instagramê çêrî Tirkiyeyê kir
Etîketan:
Tehliyekirina milîtanan, Hûms, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de