01:32 26 Gulan 2018
Qamışlo

Li Qamişloyê teqîn: 2 kesan canê xwe ji dest da

© Sputnik / Hediye Levent
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li herêma Rojava li bajarê Qamişloyê nêzîkî deriyê sînor teqînek pêk hat, di encama teqînê de du kesan canê xwe ji dest da.

Koçberên Efrînê - 19 Adar 2018
© AFP 2018 / GEORGE OURFALIAN
Li gor zanyariyên berdest, li bajarê Qamişloya Rojava li nêzî deriyê sînor ê navçeya Nisêbîna Mêrdînê wesayîtek teqiya. Di encama teqînê de ajovanê wesayîtê û sivîlek li herêmê canê xwe ji dest dan.

Hêzên asayîşê yêmn Qamişloyê piştî teqînê herêm dorpêçkirin û derbarê teqînê de lêpirsîn dane destpêkirin.

Hêjayî gotinê ye ku duhî li bajarê Efrînê jî wesayîta koçberan di rêya vegerê de rastî bombeyekê hatibû û di wê teqînê de jî sivîlekî canê xwe ji dest dabû û 2 jî birîndar bibûn.

Bi heman mijarî:

Li Nisêbînê tuneleke ku ber bi Qamişlo ve diçe hat dîtin
Li Qamişlo nêzî dibistana Ehmed Mirêwîd teqîn
Li Qamişlo teqîn: Anonsên kurdî hatin kirin
Li Qamişlo motosiklet hat teqandin: Zarokekê can da
Rûsyayê bi tonan alîkarî şand Qamişlo
Etîketan:
Li Qamişloyê teqîn, Qamişlo, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de