14:15 23 Gulan 2018
    Koçberên Efrînê - 19 Adar 2018

    Li Efrînê teqîn: Mirî û birîndar hene

    © AFP 2018 / GEORGE OURFALIAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat ragihandin ku li Efrînê bombeyeke vedayî di wesayîteke koçberên ku vedigeriyan de teqiya, di encamê de welatiyek canê xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.

    Çalakvanêkî ji Efrînê ragihandin ku dema koçberên Efrînê vedigeriyan gundê xwe, li ser rêya di navbera gundê Basûtê û Kurzêlê de bombeyeke vedayî di wesayîta wan de teqiya. Di encama teqînê de, welatiyekî canê xwe ji dest da û 2 welatiyên din jî lingên wan hatin birîn.

    Wek tê zanîn ji ber dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) di 18ê Adara borî de, zêdetirî 200 hezar welatiyên Efrînê derbider bibûn û tevî astengkirina vegera wan jî rojane beşek ji welatiyan bi rêyên qaçaxî û bi bertîlên giran vedigerin cihê xwe.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Tirkiyê ji kurd û erebên li Efrînê nasnameya tirkî dixwaze
    YPGê amarên dawî yên şerê Efrînê eşkere kirin
    'Piştî 54 rojan, balafirên Tirkiyeyê dîsa li ezmanên Efrînê ne: Kuştî hene'
    Îlham Ehmed: Em ê bi rêyên siyasî û hiqûqî Efrînê rizgar bikin
    Li Efrînê leşkerekî tirk di teqînê de can da, yek jî birîndar bû
    Etîketan:
    li Efrînê teqîn, Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de