04:36 28 Gulan 2018
YPG

Fermandarê HSDê: Ji bo parastina sînor noqteyên çavdêriyê hatin avakirin

© AFP 2018 / Bulent Kilic
Sûriye
Lînkê kurt
0 20

Fermandarê Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku YPG pêşengiya wê dike Şêrgo Hesekê ragihand ku di çarçoveya operasyona Bagera Cizîrê de 30 kîlometro ji destê DAIŞê hat rizgarkirin.

Li gor nûçeya ANHAyê Şêrgo Hesekê di axaftina xwe de got: "Di çarçoveya operasyona dawî ya Bagera Cizîrê de 30 kîlometro ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê hat rizgarkirin. Bi saya kordînasyona navbera hêzên me û artêşa Iraqê me bejahî bi temamî ji terorîstê DAIŞî rizgar kir û ji bo parastina sînorê Sûriye û Iraqê noqteyên çavdêriyê li ser sînor ava kirin."

Şêrgo Hesekê di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Gundê Baxozê yê stratejîk ku wek deriyê sereke yê derbasbûna bajaroka Hecînê ye di encama şerekî dijwar de ji destê DAIŞê hat rizgarkirin. Wê şervan kordîne û hevkariya xwe ji bo pêşveçûn û rizgarkirina bajarokê Hecînê bi artêşa Iraqê re bidomîne.

Li gor daxuyaniya fermandar Hesekê tîmên girêdayî HSDê xebatên xwe yên paqijkirina teqemenî û mayînên herêma Dêra Zorê didomînin.

Bi heman mijarî:

YPG: Bi destpêkirina Xezeba Firatê re êrîşên Tirkiyê zêdetir bûne
YPG: Artêşa tirk êrîşî baregehek me kir
Obama ji Erdogan re: YPG dê di operasyona Reqayê de cih bigire
YPG: Em bi ti awayî qebûl nakin ku Tirkiye di operasyona Reqqayê de cî bigire
Salih Muslim: ‘Wê YPG beşdarî operasyona Reqqayê bibe'
Etîketan:
YPG, HSD, Şêrgo Hesekê, Suriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de