04:27 25 Gulan 2018
    Miftiyê Sûriyeyê Şêx Ehmed Bedredîn Hesûnî

    'Sûriyeyê dest ji Filistînê berdabûya, aboriya wê dê ji ya Swîsrayê xurttir bibûya'

    © Sputnik / Aleksandr Natruskin
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Miftiyê Sûriyeyê Şêx Ehmed Bedredîn Hesûnî got, eger Sûriye dest ji berxwedan û hêzên Filistînê berde, dê ji aliyê aborî ve ji Swîsrayê xurttir bibe û dê Îranê bikariya keştiyên fezayê çêkirina.

    Quds
    © AFP 2018 / AHMAD GHARABLI
    Hesûn îro duşemê di Kongreya Yekîtiya Alimên Berxwedanê li Beyrûta paytextê Libnanê de di 70emîn salvegera 'Nekbeya' de axift û diyar kir ku 'Sûriyeyê herdem piştgirî da berxwedanê(ya Filistînê) û eger wek tê xwestin dest jê berdabûya, dê di warê aborî de bibûya pêşeng."

    Miftiyî di berdewamiya axiftina xwe got ku "ev tişt pêwîst dike ku cîhana erebî û îslamî hişyar bibin û planên li dijî wan tên amadekirin fêm bikin" û wiha dewam kir: Eger Sûriyeyê dest ji berxwedan û hêza Filistînê berdabûya yên ku ji Qeter û Urdunê hatine qewirandin, Sûriye dê ji aliyê aborî ve ji Swîsrayê xurttir bibûya."

    "EGER ÎRANÊ DEST JI FILISTÎNÊ BERDABÛYA, DÊ KEŞTIYÊN FEZAYÊ ÇÊKIRINA"

    Herwiha Hesûn behsa Îranê jî kir û got, "eger Komara Îslamî ya Îranê jî dest ji berxwedanê berdabûya, dê destûr bidanê ku keştiyên fezayê çêkin" û teqez kir ku Sûriye û Îran dê dest ji Filistîn û Qudsê bernedin.

    Di berdewamiyê de Hesûnî got, "kesê dest ji Qudsê berde, dê dest ji Mekayê jî berde" û desthilata kendavê bi wê yekê tawanbar kir ku welatîtî û kar dan filistîniyan da ku doza xwe ji bîr bikin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Kerkûk Quds û dilê Kurdistanê ye û dê her wilo bimîne'
    Piştî Amerîkayê 2 welatên din jî Quds wekî paytextê Îsraîlê nas kirin
    Welatekî Ewopayê jî Quds wekî paytextê Îsraîlê qebûl kir
    Quds û pêşbazîya Tirkiye û Îranê
    Erdogan: Ez vedixwînim ku Quds wekî payitexta Filistîn ya di jêr dagirkeriyê de were nasîn
    RHÎ: Quds wekî paytextê du dewletan qebûl kir
    Erdogan: Quds biçe Medîne û Stenbol jî diçe
    Etîketan:
    Kongreya Yekîtiya Alimên Berxwedanê, Ehmed Bedredîn Hesûnî, Libnan, Beyrût, Filistîn, Îran, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de