21:01 22 Gulan 2018
    Hevdîtina fermandarên HSDê û amerîkî

    Fermandarên HSDê û amerîkî li hev civiyan

    © Foto : Koalîsyona Navdewletî
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Joseph Votel bi fermandarên hêzên koalîsyonê re di çerçoveya operasyona li Dêra Zorê ya li dijî DAIŞê de bi fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re hevdîtin pêk anîn.

    Fermandarên amerîkî yên koalîsyona têkoşîna li dijî DAIŞê piştî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê cara ewil bi fermandarê HSDê re hevdîtin pêk anîn. Hate diyarkirin ku di civînê de operasyona li Dêra Zorê ya li dijî DAIŞê ku di 1ê Gulanê de hat destpêkirin, hatiye axaftin. Herwiha wêneyên civînê jî li ser hesabên koalîsyonê hatin weşandin.

    Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku hemû herêmên li rojhilatê Firatê ya li çoltera Dêra Zorê yên di bin kontrola rêxistina terorîst a DAIŞê de hatine dorpêçkirin.

    ​Îro şervanên YPGê ku pêşengiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dikin di çarçoveya operasyona Bagera Cizîrê de gundê Baxozê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê deranîn.

    Bi heman mijarî:

    YPG: Di êrişê de fermandarek û 3 çekdarên ASAyê hatin kuştin
    Çavuşoglu: Eger YPG ji Menbicê venekişe wek em ketin Qendîlê em ê bikevin Menbicê jî
    'YPG ji bo hêzên erebî li gel hevpeymaniyê civiya'
    Amerîka: YPG ji bo şerê DAIŞê bike ji nû ve vedigere herêma Firatê
    YPG: Li nav Efrînê 4 çekdar hatin kuştin, 2 jî birîndar in
    Etîketan:
    amerîkî, HSD, YPG, Joseph Votel, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de