07:50 25 Gulan 2018
    YPG-HSD

    Şervanên YPGê gundê Baxozê kontrol kirin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat ragihandin ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di çarçoveya operasyona Bagera Cizîrê de gundê Baxoza kontrol kirin.

    Li gor zanyariyên berdest, şervanên YPGê ku pêşendiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dikin di çarçoveya operasyona Bagera Cizîrê de gundê Baxozê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê deranîn.

    Li gor çavkaniyên herêmî, şervanên HSDê duhî derbasî nava gundê Baxozê ku dikeve ser rûbarê Firatê bûn û hemû herêma dikeve rûbarê Firatê ku niha di kontrola rêxistina terorîst de ye dorpêç kirine.

    Bi vê operasyona dawî ya HSDê, şervan nêzî navçeya Hecînê ku wek baregeha dawî ya DAIŞê li sînorê Iraq û Sûriyeyê û rojhilatê Firatê tê zanîn bûn.

    Bi heman mijarî:

    Hindik maye şervanên YPGê bigihîjin çemê Firatê
    Gelo Amerîkayê MRAP dane YPGê?
    'Amerîka dixwaze herêmên di kontrola YPGê de zêdetir bike'
    'Amerîka bêtir çekan dişîne ji YPGê re û baregekê li Hesekê jî ava dike'
    Li Brîtanyayê biraziyê wezîrê kevin ji ber YPGê hat binçevkirin
    Etîketan:
    DAIŞ, HSD, YPG, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de