18:03 21 Gulan 2018
    Efrîn

    Dîsa çekdarên ASAyê li Efrînê kurd revandin

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) li bajarê Efrînê keçeke kurd û 4 welatiyên sivîl revandin.

    Li gor nûçeya Rudawê ku dispêre çavkaniyên herêmî, çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) û hêzên Tirkiyeyê li taxa Eşrefiye ya bajarê Efrînê keçeke kurd a bi navê Xedîce revandine.

    Çavkaniyeke din jî ji Efrînê radigihîne ku 4 welatiyên sivîl ku 3 zilam û zarokek in, ji aliyê çekdarên ASyê ve hatine revandin. Çavkanî nasnameya wan kesan û cihên nîştecihbûna wan jî eşkere kir û got: "Ebdulrehman Misto yê 16 salî ji gundê Kaxrê yê ser bi Mabata û Hikmet Heyder Remedan ji gundê Hecîko yê ser bi nahiyeya Reco û Reşîd Mistefa û kurê wî Reşîd ji gundê Mişhelê yê ser bi nahiyeya Şera ve ji aliyê çekdaran ve hatine revandin."

    Bi gotina heman çavkaniyê, heta niha çarenivîsa wan kesan ne diyar e û ti zanyarî li ser wan kesan nehatiye zanîn. Herêma Efrînê ji roja 18ê Adara îsal ve di bin kontrola hêzên Tirkiyê û çekdarên ASAyê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    YPGê amarên dawî yên şerê Efrînê eşkere kirin
    Li Şeraya Efrînê şerê dijwar: 7 kuştî
    Artêşa Tirkiyê ji kurd û erebên li Efrînê nasnameya tirkî dixwaze
    'Piştî 54 rojan, balafirên Tirkiyeyê dîsa li ezmanên Efrînê ne: Kuştî hene'
    Îlham Ehmed: Em ê bi rêyên siyasî û hiqûqî Efrînê rizgar bikin
    Tirkiyeyê bersiv da daxuyaniya Amerîkayê ya ji bo Efrînê
    Etîketan:
    ASA, Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de