04:30 28 Gulan 2018
Yekîneyên polîsên leşkerî yên Rûsyayê li Sûriyeyê

Yekîneyên polîsên leşkerî yên Rûsyayê li Sûriyeyê dest bi peywira dewriyeyê kir

© Sputnik / Musa Salgereev / NewsTeam
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Yekîneyên polîsên leşker ên Rûsyayê, li taxên başûrê Şamê yên ji milîtanan hatin rizgarkirin, dest bi peywira dewriyeyê kir.

Li gorî ragihandina peyamnêrê Sputnikê yê li herêmê polîsên leşker li taxên wekî Beyt Şam, Sidî Miqadad, Babîlla û Yeldayê dest bi xebatên ger û lêgerînê kirin.

Ji bo pêkanîna ewlehiyê yekîneyên pêyade û motorîzeyê li ser rêyên hemû taxên navborî digerin û herwisa li wan deran noqteyên çavdêriyê hatin avakirin. Hat diyarkirin ku xelkê herêmê jî 24 saetan bi polîsên leşker re hevkariyê dikin.

Hatibû diyarkirin ku li taxên başûrê Şamê di 8 rojên pêşîn ên meha gulanê de di çarçoveya peymanên navenda şopandina agirbestê ya Rûsyayê de zêdetirî 3 hezar û 200 milîtan ligel 5 hezar endamên malbatên xwe hatin tehliyekirin.

Li başûrê Şamê herêmeke biçûk hêj di bin kontrola DAIŞê de ye. Operasyona taybet a artêşa hikûmeta Sûriyeyê li herêmê berdewam dike.

Bi heman mijarî:

Tehliyekirina milîtanan a ji başûrê Şamê bidawî bû
Li Şamê êrîşa bi topan: Herî kêm 2 kes mirin, 14 kes birîndar bûn
Li Yermûka başûrê Şamê alozî zêde bû
Li Şamê jiyan asayî ye, gelê Sûriyê tinazên xwe bi Trump dikin
Esad li Şamê bi parlementerên rûsî re hevdîtinek pêk anî
Etîketan:
peywira dewriyeyê, Yekîneyên Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê, Şam, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de