14:17 23 Gulan 2018
    Ji Artêşa Azad ASA daxuyaniya talan û diziya li Efrînê

    Artêşa Tirkiyê ji kurd û erebên li Efrînê nasnameya tirkî dixwaze

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 02

    Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyeyê ku ketiye Efrînê, ji koçberên Xûtayê yên li Efrînê têne bicihkirin û welatiyên kurd ên Efrînê daxwaza karta nasînê ya tirkî kiriye ku wekî nasnameya demkî ya îqameyê tê zanîn.

    Li gor daxuyaniya muxalefeta Sûriyeyê ya bi Tirkiyeyê re tevdigere, artêşa Tirkiyê li ser xalên pişkinînê, ji xelkê Xûtayê xwestiye berî ku li Efrînê bên bicihkirin kartên nasînê yên Tirkî hilgirin.

    Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê ew biryara xwe li ser kurd û erebên din jî yên li Efrînê dimînin sepandiye.

    Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên piştevaniya wê dikin, 18 Adara 2018an ketibûn Efrînê û bi sed hezaran niştecihên Efrînê neçarî koçberiyê kiribûn ku li ser dizî û talana efrîniyan gelek nûçe hatin belavkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Mêrdînê hunermendên ciwan bi navê Counter Bienal, bienaleke alternatîf li dar xistin
    Welatê serkeftiyê Eurovision 2018an diyar bû
    Rojhilata Yermukê cardin ket kontrola Artêşa Sûriyeyê
    Koreya Bakur tesîsên xwe yê nukleerê ji hev de dixe
    Li Katalonyayê balafir ket: 3 kes mirin
    Wêneyê Pantsir-S1 ya ku Îsraîlê li Sûriyê îmha kiribû hat parvekirin
    Etîketan:
    Karta Nasînê, Efrîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de