17:06 26 Gulan 2018
Balafir

Balafirên hevpeymaniyê du gund bomberan kirin: 17 mirî

© AFP 2018 / JUNG Yeon-Je
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku balafirên hevpeymaniya bi pêşengiya DYAyê li herêma Hesekê ya Sûriyeyê li ser du gundan êrîşa hewayî pêk aniye, di encama êrîşê de 17 sivîlan jiyana xwe ji dest dan e.

Televîzyona dewleta Sûriyeyê ragihand ku êrîşa ewil ya hevpeymaniyê li dijî gundê El Hamadiyê pêk hat, di êrîşê de 8 kes mirin. Balafirên hêzên hevpeymaniyê piştre êrîşî gundê ku li başûrê rojhilatê bajarê Hesekê dikeve Hidajê kirin.

Di êrîşa moşekên ku li avahiyan ketin 4 zarok û 5 jinan jiyana xwe ji dest dan. Ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê di serê meha Gulanê de jî ragihandibû ku hêzên hevpeymaniyê êrîş birine ser herêma Hesekê û di encamê de 25 kes mirin e.

Bi heman mijarî:

Brîtanya: Opozîsyona Sûriyê amade ye bê şert û merc bi Sûriye û Rûsyayê re rûne
Leşkerên Rûsya, Sûriye û Îran li pêy serokê DAIŞê Bexdadî ne
Pentagonê hejmara leşkerên xwe yên li Sûriye û Iraqê eşkere kir
Xaça Sor: Em metirsîdar in ku li Sûriye li qadên bi bandor şerên çekdarî pêk bên
Etîketan:
êrîş, moşek, hevpeymanî, Ajansa fermî ya Sûriyayê SANA, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de