17:06 26 Gulan 2018
Tehliye

Piştî tehliyeya 3 hezar û 200 milîtanî operasyona tehliyekirinê bi dawî bû

© REUTERS / SANA
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku piştî tehliyekirina 3 hezar û 200 milîtanî ji taxa Muhayyem Yermuk a başûrê Şamê operasyona tehliyekirinê bi dawî bû.

Li gor zanyariyên ku ajansa Spûtnîkê bi dest xistine, operasyona tehliyekirinê ku yekîneyên artêşa Sûriye û yekîneyên rûsî bi hevre dikirin di roja 8emîn de bi dawî bû.

Di encama operasyonan de zêdetirî 3 hezar û 200 milîtan û 5 hezar malbatên wan ji taxên başûr ên Şama paytextê Sûriyeyê hatin tehliyekirin.

Hêjayî gotinê ye ku hê jî qismekî biçûk ên taxên başûr ên Şamê di bin kontrola milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê de ye û artêşa Sûriyeyê ji bo milîtanan bêbandor bike operasyonên xwe didomîne.

 

 

Bi heman mijarî:

Tehliyekirina milîtanan a ji başûrê Şamê bidawî bû
Li Şamê jiyan asayî ye, gelê Sûriyê tinazên xwe bi Trump dikin
Hollandayê derbarê operasyoneke li dijî Şamê biryara xwe eşkere kir
'Artêşa rûs li dijî provakasyonên çekên kîmyewî hişyarî dabû Şamê'
Moskowa: Ceyş-ul Îslam li Şamê du êrişên topî pêk anîn
Etîketan:
3 hezar û 200 milîtan hatin tehliyekirin, DAIŞ, Şam, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de