18:09 21 Gulan 2018
    YPG

    Li Şeraya Efrînê şerê dijwar: 7 kuştî

    © AP Photo /
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 50

    Hat ragihandin ku şevê din li navçeya Şera ya Efrînê di navbera şervanên YPG û çekdarên ASAyê de şerekî dijwar rû da û di şer de 7 çekdarên ASAyê hatine kuştin.

    Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şevê din li navçeya Şera ya bajarê Efrînê di navbera şervanên YPG û çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) de şer û pevçûnên dijwar qewimîn û di pevçûnan de 7 çekdarên ASAyê hatine kuştin.

    Navenda Ragihandin a YPGê di daxuyaniya xwe de got: "Ji şevê din heta berê sibehê li gundên Meydankê, Qurt Qilaq û Kefer Rûmê yê girêdayî navçeya Şera ya bajarê Efrînê şerekî dijwar di navbera şervanên YPGê û çekdarên ASAyê de rû da. Cihê ku şer lê rû dide ji aliyê balafiran ve tê bombebarankirin."

    YPGê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku li gor tespîtên me di şer û pevçûnan de 7 çekdarên ASAyê yên girêdayî artêşa Tirkiyeyê hatin kuştin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Êriş û dagirkirina Efrinê li dijî destkeftiyên kurdan e'
    Serokê Kontonê qala rewşa Efrinê kir
    YPGê amarên dawî yên şerê Efrînê eşkere kirin
    'Piştî 54 rojan, balafirên Tirkiyeyê dîsa li ezmanên Efrînê ne: Kuştî hene'
    Îlham Ehmed: Em ê bi rêyên siyasî û hiqûqî Efrînê rizgar bikin
    Tirkiyeyê bersiv da daxuyaniya Amerîkayê ya ji bo Efrînê
    '202 malbatên ereb li Efrînê hatin bicihkirin'
    Etîketan:
    ASA, YPG, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de