06:49 26 Gulan 2018
Leşkerê Sûrî

‘Li Sûriyê baregehên Îranê tune ne, hemû leşkerên hatine kuştin ji Sûriyê ne’

© Sputnik / Mihayil Voskresenskiy
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Rojnamevan Fadî Marûf îdiaya ku Îsraîlê li armancên Îranê yên Sûriyeyê xistine nirxand û got, “Hemû hedefên ku Îsraîlê lê xistine, sedî sed yên Sûriyeyê ne.”

Marûf ji Spûtnîkê re axivî û got, "Hedefên ku wê sibehê Îsraîlê êrîş bir ser wan hemû yên artêşa Sûriyeyê bûn. Ti hebûneke Îranê li wir tunebû. Ev şerekî 5 saetan ê navbera Sûriye û Îsraîlê bû."

Rojnamevan Marûf da zanîn ku Îsraîlê ji sala 2011an ve heta niha êrîşî zêdetirî 15 navend û cihên stratejîk ên Sûriyeyê kirine.

Marûf wiha axivî: "Îsraîl dibêje ku wan li hêzên Qûdsê yên li ser erda Sûriyeyê xistine ku li Girên Golanê ne. Qaşo li baregehên Îranê yên li Sûriyeyê xistine. Lê belê li Sûriyeyê baregehên Îranê yên leşkerî tune ne. Lê pisporên û şêwirmendên leşkerî yên Îranê hene ku di şerê terorîstan de alîkariya Sûriyeyê dikin. Ji ber vê jî hemû armanc û leşkerên di êrîşa Îsraîlê de hatine kuştin û birîndarkirin Sûriyeyî ne."

Bi heman mijarî:

Kerkûkiyan sextekariyên hilbijartinê protesto kir
Birayê parlamentara HDPê: Ew serbilindiya min e
Îsraîl bi nedana S-300an bo Sûriyeyê kêfxweş bû
6 partî û rêxistinên çepgir piştgiriya xwe bo HDPê ragihandin
Zuhêr Hesîb layîqî xelata salê ya HRRKê hat dîtin
Ji balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê hişyariya roja dengdanê
Etîketan:
Sûriye, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de