18:09 21 Gulan 2018
    YPG - HSD Kurdên Sûriyê

    Hevpeymanî: Hêzeke nediyar êrîşî HSDê kir

    © AFP 2018 / SAFIN HAMED
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 01

    Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) îro nîvro bersiv da êrîşeke nenas li nêzîkî Dêra Zorê.

    Hevpeymaniyê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got ku HSDê rastî erîşeke topxaneyan hatiye û wan jî di çarçoveya mafê xweparastinê de bersiv daye ku di encamê de perçeyeke topxaneyê hatiye ruxandin.

    Li gorî daxuyaniyê, Cîgirê Fermandarê Stratejî û Piştgiriya Tîma Hevkariyê ya Hevpeymaniyê Felix Gedney diyar kiriye ku mafê wan ê xweparastinê nayê nîqaşkirin û wiha gotiye: "Me û hevparên xwe gelek caran mafê xwe yê xweparastinê yê ne-nîqaşbar teqez kiriye."

    Di berdewamiyê de hat gotin ku rayedarên hevpeymaniyê bi hevkarên xwe rûs ên li ser erdê û yên li ser xetên kêmkirina rageşiyê bûyer gotûbêj kiriye û li gorî raportan, ti kuştî tine ne.

    ​Hevpeymaniyê di dawiya daxuyaniyê de got: "Hevpeyman hîn jî pabendî têkbirina DAIŞê û dabînkirina mercên pêkanîna îstîqrarê ye."

    Ji bilî hevpeymaniyê hîn ti alî daxuyanî derbarê mijarê de nedaye.

    Bi heman mijarî:

    Aqûbeta girtiyên DAIŞî yên di destê HSDê de wê çawa bibe
    HSDê îdîayên Artêşa Tirkiyeyê red kirin: Em li cihên sivîlan bi cih nabin
    HSDê encamên şerê 24 saetên dawî yê Efrînê ragihand
    'HSDê û Artêşa Sûriyeyê ji bo Efrînê li hev kir'
    ‘Li Minbicê 146 kes piştî perwerdehiya leşkerî tev li hêzên HSDê bûn’
    3 hezar û 500 şervanên HSDê yên ku perwerdehiya xwe qedandin: Em amade ne ku biçin Efrînê
    Hêzeke HSDê ji Reqayê vekişiya çû Efrînê
    Etîketan:
    Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, HSD, Dêra Zorê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de