20:54 20 Gulan 2018
    Efrîn

    'Piştî 54 rojan, balafirên Tirkiyeyê dîsa li ezmanên Efrînê ne: Kuştî hene'

    © AFP 2018 / Delil Souleiman
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (526)
    0 01

    Hat îdîakirin ku balafirên Artêşa Tirkiyeyê piştî 54 caran bo cara yekem dîsa bakurê Efrînê bombebaran kir. Li gorî îdîayan, şerekî giran di navbera YPG û Artêşa Tirkiye û komên dijberiya Sûriyeyê de derketiye ku di encamê de çend leşkerên tirk û çekdarên dijberiyê hatine kuştin.

    Riwangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku 'şerekî tund di navbera hêzên Artêşa Tirkiyeyê û komên dijberiya Sûriyeyê yên girêdayî wê ji aliyekî û şervanên YPGê ji aliyê din de derketiye.'

    Li gorî SOHRê, şer li beşên bakurî yên çoltera Efrînê çêbûye ku şerekî dijwar di navbera YPG û Artêşa Tirkiyeyê û komên pê re li herêma Qurt Qulaxê ya bakurê Efrînê çêbûye.
    Pevçûn nîvê şeva pêncşemê dest pê kiriye û heta şeveqa îniyê dewam kiriye ku Artêşa Tirkiyeyê bi topxane û balafiran êrîş kiriye.

    Herwiha li gorî nûçeyê, kuştî di nav refên hêzên Tirkiyeyê û komên wê de çêbûne lê hejmar nehat dayîn.

    Hêjayî gotinê ye ku YPG hî ti daxuyanî derbarê mijarê de nedaye û tê gotin ku ji dema Tirkiyeyê Efrîn kontrol kiriye û heta niha, ev cara yekem e ku şerekî rûbirû di navbera YPG û Artêşa Tirkiyeyê û komên pê re diqewime.

    Artêşa Tirkiyeyê jî ti daxuyanî derbarê mijarê de nedaye.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (526)

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Pêşveçûna Tirkiyê ya li Efrînê sekinî
    80 malbatên ereb li Mabataya Efrînê hatin bicihkirin
    Leşkerekî artêşa Tirkiyeyê li Efrînê canê xwe ji dest da
    '130 malbatên ereb li Efrînê hatin bicihkirin'
    Rêveberiya Rojava encamên şerê Efrînê bi raporekê eşkere kir
    'Di nav 24 saetan de hezar û 500 ereb derbasî Efrînê bûne'
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, YPG, SOHR, Qurt Qulax, Tirkiye, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de