17:01 26 Gulan 2018
HSD

Fransa hijmara hêzên xwe li Bakurê Sûriyê zêde dike

© AP Photo / Syrian Democratic Forces
Sûriye
Lînkê kurt
0 10

Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê ya girêdayî HSDê Ebû Xewla ji Sputnikê re ragihand ku “Fransa li Bakurê Sûriyê hijmara hêzên xwe zêde dike û di şerê me yê li Deyr Zorê alîkariya topavêtinê dide me.”

Hikmet Durgun

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hatin bi destxistin, Fransa li herêmên di bin kontrola HSDê de hijmara hêzên xwe zêdev dike, li gelek deveran dewriye digere.

Di derbarê mijarê de Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê ya girêdayî HSDê Ebû Xewla van agahiyan bi Sputnîkê re parve kir: Hêzên Fransayê li herêma Deyr Zorê jî hene û di şerê me yê li jember DAIŞê de alikariya topavitinê dide me. Her wiha leşkerên Fransayê bi leşkerên Amerikayê re bi hevkarî tevdigerin.

Tê zanîn ku li Bakurê Sûriyeyê li herêmên di bin kontrola HSDê de vê gav 250 leşkerên Fransayê hene. Li Kobaniyê baregehekî leşkerî yê Fransayê heye û herwiha li Tabka, Reqqe û Deyr Zorê jî leşkerên Fransayê hene.

Bi heman mijarî:

HSD: Hevpeymaniyê soz daye ku herêmên me ji Tirkiyeyê biparêze
‘HSD bi artêşa Iraqê re amadekariya operasyona hevbeş dike’
HSD: Me gundên li rojhilata Çemê Firatê ji artêşa Sûriyeyê stendin
Etîketan:
hsd, leşker, Sûriya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de