16:59 26 Gulan 2018
Minbic - Heleb - El Bab

Êdî zimanê kurdî jî li Minbicê tê perwerdekirin

© REUTERS / Khalil Ashawi
Sûriye
Lînkê kurt
0 10

Piştî ku Lijneya Perwerdehiyê ya li Minbicê mamosteyên pêkhateyên bajarî amade kirin, zimanê kurdî xist nav mufredata perwerdehiyê.

Ev du sal çêbûne ji dema ku Saziya Zimanê Kurdî li Minbicê hatiye damezirandin ku saziyê bi dehan mamosteyên jin û mêr perwerde û destûrdar kirine da ku dersên kurdî bidin xwendekarên dibistanên seretayî û navîn.

Li gorî raporta ART FMê amade kiriye, beşeke ne kêm ji mamosteyên hatine perwerdekirin, ne ji pêkhateya kurdî ya bajarî ne.

Birêveberekî Saziya Zimanê Kurdî Mistefa Şêx Nebî dibêje, "di destpêkê de bêtir pêkhateya kurdî dihat lê paşê hemû pêkahetên bajarî tev lê bûn."

Di raportê de tê gotin ku xwendekarên pêkhateya erebî di fêmkirin û hînbûna zimanê kurdî de zehmetiyan dibînin ji ber ku nû ketiye nav mufredatê lewra mamoste zêde nakevin nav rêzimana kurdî lê di polên pêşî de tenê tîp û peyvên hêsan perwerde dikin.

Herwiha pirs tê kirin bê gelo niştîcihên Minbicê çiqasî piştgiriyê didin vê gavê ku hinek  qebûl dikin û hinek li dij derdikevin.

MGK Civîna Lijneya Milî ya Tirkiyê
© REUTERS / Hakan Goktepe/Prime Minister's Press Office
XELKÊ MINBICÊ PERWERDEHIYA BI KURDÎ ÇAWA DINIRXÎNE?

Niştîciheke bajarê Minbicê, Emel Îsa dibêje: "Zimanê kurdî wek her zimanekî din e. Lewra divê têkeve perwerdehiya dibistanan û xwendekar hînî wê jî bibin. Ez zarokên xwe teşwîq dikim ku hemû zimanan hîn bibin da ku bikarin bi hemû pêkhateyan re bidin û bistînin"

Ji aliyê din ve, niştîcihekî bi navê Ehmed Yûsif li dijî vê pêngavê derdikeve, "ji ber zimanekî nû ye û piraniya xwendekaran ji pêkhateya erebî ye" û wiha dibêje: "Zimanê kurdî, ji bo xwendekaran zimanekî zehmet e. Nexasim li ser xwendekarên ereb. Ji ber xwendekar nikarin bi hêsanî fêm bikin. Lewra nabe têkeve dibistanan û li wan were perwerdekirin."

Li gorî nûçeyê, hinek kes li dijî perwerdekirina zimanê kurdî li Minbicê derketine bi hinceta ku dibe zarok zehmetiyê di hînbûna wê de bibînin.

 

Bi heman mijarî:

Fransa leşkerên xwe li Minbicê bicih kirin
Fermandarê Encumena Minbicê: Fransa hejmara leşkerên xwe yên li Minbicê zêde dike
‘Amerîka di mijara Minbicê de sînor ji Tirkiyeyê re danî'
Fermandarê Meclisa Leşkerî yê Minbicê: Amerîka baregeheke nû ava kir
AA: Hevdîtinên Minbicê bi Amerîkayê re hat rawestandin
SOHR: Hêzên amerîkî û frensî dewriyeyên li Minbicê didomînin
Amerîkayê hêzeke din şand Minbicê: Mekanîzmeyeke nû tê avakirin
Etîketan:
Zimanê kurdî, Saziya Zimanê Kurdî li Minbicê, Ehmed Yûsif, Emel Îsa, Sûriye, Minbic
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de