20:58 22 Gulan 2018
    Beşar Esad

    ‘Bersiva Esad a heqarêtên Trump nazik bû’

    © REUTERS /
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 01

    Profesorê rûsî ji Akademiya Dîplomasiya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Aleksandr Vavilov, li ser bersiva Serokê Sûriyeyê Beşar Esad a ji bo gotinên, Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Esad bersiveke nazik daye heqaretên Trump.

    Pisporê rûsî Aleksandr Vavilov li ser mijarê ji Spûtnîkê re da xuyakirin ku bi dîtina wî Esad bi bersiva xwe Trump tûş kiriye û got, "Beşar Esad bertekeke gelekî nazik daye. Esad li gor rewşa heyî bersiveke di cî de daye."

    Trump ji bo Esad peyva ‘heywan' bikar anîbû û heqaret lê kiribûn.

    Esad jî bersiv dabû û gotibû, "Ma ev ziman e yê ku temsîla çanda Amerîkayê dike? Pirsa esil ev e. Ev gelekî xerab e, bi ya min temsîl nake. Bi qasî zanim li dinyayê ti civakeke ku zimanekî wiha bikar werîne nîne."

    Esad herwiha dabû zanîn ku ji bo wî ya girîng, welatê wî û şerê dijî terorîstan e.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Biryara Amerîka ya Îranê, li dijî biryara KENYê ye
    Netanyahû: Îranê xeta sor dabezand
    Erdogan û Pûtîn li ser mijara Îranê axivîn
    Dr. Nasih Xefûr: Vexwendina Barzanî bo Moskowê peyameke zelal a Rûsya ye
    Ahmet Turk: Di hilbijartinan de teqez ez dê nebim namzet
    Ji ber weazên kurdî ketina mizgeftê ya mele hat qedexekirin
    Etîketan:
    Trump, Esad, Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de