17:02 26 Gulan 2018
Ala Çînê

‘Çîn dixwaze beşdarî proseya Astanayê bibe, lê Enqere li dijî derdikeve’

© Sputnik /
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku Çîn dixwaze beşdarî proseya Astana ya ji bo Sûriyeyê bibe û vê mijarê bi Moskowê re gengeşe dike. Lê belê Tirkiye bi sedema hin hincetan li dijî vê daxwaza Çînê derdikeve.

Rayedarekî ji Çînê ji bo rojnameya Izvestiyayê ragihandiye ku rêveberiya Pekînê dixwaze beşdarî proseya Astanayê bibe ku Rûsya jî li dijî dernakeve.

‘TIRKIYE DITIRSE KU FIŞARA LI SER ZÊDE BIBE'

Balyozê Sûriyeyê yê li Çînê îmad Mistefa jî diyar kir ku Eneqere beşdariya Çînê di pêvajoyên wekî Astana û Soçiyê de bi neyînî pêşwazî dike û got, "Heger Çîn beşdar bibe, Tirkiye ditirse ku fişara li ser yekparçebûna Sûriyeyê zêdetir bibe û neçar bimîne piştgiriya ji bo rêxistinên terorî yên Tevgera Tirkistana Rojhilat a Îslamî qut bike."

Hevdîtinên di formata Astanayê de, cara 9an li 14-15ê Gulanê têne lidarxistin.

Bi heman mijarî:

Dengdana taybet a pêşmerge û hêzên ewlekariyê bidawî bû: Beşdarî 72% e
Ji Amerîkayê bo Îranê dorpêçên nû
Piştî serdana Moskowayê şandeke amerîkî serdana Barzanî kir
Vîdeo- 'Du helîkopterên amerîkî ketine pey UFOyekê'
Cîgirên wezîrên derve yên Îran û Rûsyayê çarenûsa peymana nûkleerî gotûbêj kir
‘Ji ber astengiyên Tirkiyê tehliyekirina milîtanên li Humsê hat texîrkirin'
Êrîş, birîndarkirin û fişar di dengdana herêmên nakok de: Du namzetên kurd birîndar in
Etîketan:
Tirkiye, Astana, Sûriye, Çîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de