07:11 26 Gulan 2018
Êrîşa moşekî ya li Şamê

Artêşa Sûriyeyê: Sê kes di êrîşa Îsraîlê de hatin kuştin

© REUTERS / Omar Sanadiki
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Artêşa Sûriyeyê ragihand ku di êrîşa duh a Îsraîlê li ser erda Sûriyeyê de, sê kes mirine û 2 kes jî birîndar bûne.

Daxuyaniyên Generalê Artêşa Sûriyeyê Elî Meyhûbî li ser televizyona dewletê hatin weşandin.

"ÎSTASYONEKE RADARAN Û CEBILXANEYEK JI NAV ÇÛN"

Meyhûbî got ku di êrîşa Îsraîlê de îstasyoneke radaran û cebilxaneyek ji nav çûne û zirar li çend pergalên parastina hewayî jî hatiye.

Generalê sûrî diyar kir ku pergalên parastina hewayî ya Sûriyeyê 'beşeke mezin' ji moşekên Îsraîlê avêtine xistiye.

Herwiha Meyhûbî diyar kir ku sê kes di êrîşan de mirine û du kes jî birîndar bûne lê ranegihand bê ew kes jiîranî ne yan jî ji wan hêzên milîsan in ên Îran piştgiriyê dide wan.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avigdor Libermanî piştî êrîşê daxuyaniyek dabû û tê gotibû ku "hema hema li hemû bingehên Îranê yên li Sûriyeyê xistine."

Riwangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê ya navenda wê li Brîtanyayê îdîa kiribû ku 5 jê leşkerên Sûriyeyê, 18 biyanî, bi tevahî 23 şervanên alîgirên hikûmetê hatine kuştin.

Îsraîlê ragihandibû ku 20 moşek ji erda Sûriyeyê bi ser herêma Golanê ya di kontrola Îsraîlê de avêtine û Hêza Qudsê ya girêdayî Pasevanên Şoreşa Îranê wek berpirsyar nîşan dabû û piştî wê ragihandibû ku ji ber van wan wek bersiv êrîşî sengerên Îranê kiriye.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Jonathan Conricusî gotibû ku nêzîkî 70 moşekî hatine avêtin û ew herêmên moşek bi ser wan de hatine avêtin, baregehên embarkirin, lojîstîk û îstîxbaratê bûn.

 

Bi heman mijarî:

Çavuşoglu: Civîna bi Lavrov û Zarîf re ji bo Sûriyeyê pir girîng e
Lavrov: Ji bo normalîzebûna Sûriyeyê divê di formata Astanayê de bergirî werin girtin
HSD: Me gundên li rojhilata Çemê Firatê ji artêşa Sûriyeyê stendin
‘Bi moşekan êrişî depoyên cebilxane yên artêşa Sûriyeyê kirin'
Îranê îdîaya ku baregeha wê li Sûriyeyê hatiye bombekirin red kir
'Artêşa Sûriyeyê û komên çekdar ji bo tehliyekirina milîtanan li hev kir'
Yekem daxuyaniya Îsraîlê li ser êrîşa li dijî Sûriyeyê
Etîketan:
Artêşa Sûriyeyê, Elî Meyhûb, Avigdor Liberman, Îsraîl, Îran, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de