20:51 20 Gulan 2018
    Serokê Sûriyê Beşar Esad pirsên Papaçelas ê rojnameya Yûnanî Katimerini bersivandin

    Esad bi awayekî tund Erdogan rexne kir

    © AP Photo / SANA via AP
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Dewleta Sûriyeyê Esad di hevpeyvîna xwe ya bo Katimeriniyê Erdogan weke ‘Dûvikê Îxvanê', Mertala Firatê û Destwerdan li dijî Efrînê jî weke ‘dagîrkeriyê' bi nav kir ‘Ti ferqa şandina leşkerên serokê rejîma tirkî bo Sûriyeyê û ji piştevaniya terorîstan tine ye; ev jî bi wekaleta wî tê kirin. Ya rast e ev 7 sal e em bi artêşa wî re şer dikin."

    Serokê Sûriyeyê Beşar Esad ji Aleksis Papaçelas ji rojnameya Yûnanî Aleksis Papaçelas re axivî.

    Papaçelas ji Esadî ev pirs kir: "Tirkiyê? Tirkiyê bi beşek ji welatê we dagîr kir. Beriya wê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re peywendiyên we yên xurt hebûn. Piştî dagîrkirina Tirkiyê niha peywendiyên we çawa ne?"

    ​Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad wiha bersiv da:

    ‘ERDOGAN HAT WEZÎFEDARKIRIN'

    "Beriya her tiştî ev êrişkarî ye, dagîrkerî ye. Hebûna leşkerên Tirkiyê li Sûriyê nîşaneya dagîrkeriyê ye. Ev nayê wê wateyê ku tevahiya gelê tirkî neyarên me ne. Deme berê ji tirkî şandekê serdana me me kir. Pêwist e em gelê tirkî û Erdogan ji hev veqetînin. Peywendiya Erdoganî bi Birayên Misilman (Îxvanul Muslimîn) heye. Dibe ku e bi rêxistin bin lê bi wê bîrdoziya tarî re peywendîdar e. Weku welatên rojavayê dema ku terorîst li herêman kontrolê ji dest didin ji ber ku nikarin Tirkiye, Rojava an jî Erebistana Siûdî bînine rojevê, difikirin ku li deverinan destwerdanina pêk bînin. Lewra welatên Rojava li dijî Sûriyê destwerdanek pêk anîn. Erdogan ji aliyê Rojavayiyan ve bi taybetî jî ji aliyê Amerîkayê ve hat peywirdarkirin daku rewşê aloztir bike, çimkî ne ji destwerdana wî bûya dê rewş di zûtirîn demê de çareser bibûya. Yanî kêşe ne peywendiyên takekesî ne. Kêşe ew e ku Birayên Misilman bi rêya îslamê li welatên we û gelek welatên din hewil dide hikûmetan bi dest bixe û gelek hikûmetên pabendî tora xwe ava bike."

    ​‘MASKEYA ERDOGANÎ KET'

    Li ser pirsa Papaçelasî ya ‘Erdogan di mîtîngeke xwe ya vê heftiyê de got ku ew de bo fermana operasyoneke din bo Sûriyê bide. Ger ev pêk were dê bersiva we çi be?'

    Esadî got, "Ya rast Erdogan ji serî de piştgiriya terorîstan dike lê wê demê bi gotinên weke ‘parastina xelkê Sûriyê', ‘Piştgiriya xelkê Sûriyê', ‘Piştgiriya koçberan', û ‘em li dijî komkujiyan e' xwe vedişart. Xwe weke serokomarekî însanî nîşan dida lê merc guherîn û ew neçar ma maskeya xwe deyne û êrişkariya xwe nîşan bide. Ti ferqa şandina leşkerên serokê rejîma tirkî bo Sûriyeyê û ji piştevaniya terorîstan tine ye; ev jî bi wekaleta wî tê kirin. Ya rast e ev 7 sal e em bi artêşa wî re şer dikin. Wê demê jî me digot ew piştgiriya terorîstan dike lê me behsa dagîrkeriyê ne dikir niha em behsa dagîrkeriyê dikin. Û ev jî rasterast ragihandina binpêkirina hiqûqa navdewletî ye."

    ‘TALIYA TALÎ HEMÛ RAJERÎ EFENDIYÊN XWE YÊN AMERÎ NE'

    Li ser pirsa Papaçelas ‘bê gelo hûnê çawa bersiva vê yekê bidin?' Beşar Esad wiha axivî:

    "Berî her tiştî em bi terorîstan re şer dikin û weke ku min destnîşan kir îro roj ne girîng e bê artêşa artêşa Erdogan, artêşa Amerîkayê û artêşa Sîûdî piştgiriya kîjan komên çekdar dike. Taliyê giş ji bo heman rojevê dixebitin û rajerî efendiyên xwe ên amerîkî ne. Rojev ne rojeva Erdogan e. Erdogan rojeva Amerîkayê disepîne. Heman tişt ji bo aliyên din ên vî şerî jî derbasdar e. Tiştekî din êdî tu bi zêdetir êrişkaran û artêşan re rû bi rû dimîne. Tirk, frensî, her kî be, giş neyarên te ne. Dema ku bi awayekî ne qanûnî werin Sûriyê ew neyarên me ne."

    ‘BÊGUMAN GELEK XWÎN RIJIYA, BERPIRSÊ WÊ KÎ YE?'

    "Gelek xwîn hat rijandin. Hûn bi xwe re dibînin ku tevî opozîsyonê rûnên û desthilatê parve bikin?" Esad bersiva vê pirsyarê jî wiha da:

    "Dema ku hûn behsa xwînê bikin, pêwist e hûn bibêjin bê kê ev xwîn rijandiye. Beriya şer bi deh salan jî ez serokê dewletê bûm. Di mawayê 10 salan de aya min xelkê Sûriyê kuşt? Bêguman na. Lewra şer ji ber piştgiriya hin aliyan, bi taybetî jî ji ber ku hin aliyên piştgirî da terorîstan rû da. Yanî berpirsê vî şerî ew in. Yên ku bûne sebeb ku zêdetir Sûriyeyî werin kuştin, yên ku piştgiriya leşkerî-darayî, kamuflajên siyasî dan, Rojava yanî Fransa, Brîtanya Amerîka û di heman demê de Erebistana Siûdî, Qeter, Tirkiyê berpirsên vî şerî ne. Bêguman xwîn rijiya û li vir şerek mewzûbehs e lê berpirs kî ne? Pewist e ji wan hesab were pirsîn."

    Bi heman mijarî:

    Esad: Ji sala 2013an ve cebilaxaneyên me yên kîmyewî tune ne
    Balyoza Fransa ya li Moskowayê: Çûna Esad ji bo me ne mijara sereke ye
    Esad: Li herêma me nexşeya cîhanê ji nû ve tê xêzkirin
    Esad: Tekoşîna me li dijî terorîzmê wê dewam bike
    Esad nîşaneya rûmet a Fransayê îade kir
    Şêwirmenda Esad: Pergala parastina Sûriyeyê ji moşekên Trump biaqiltir in
    Etîketan:
    ŞErê Sûriyê, Daxuyanî, Papaçelas, Beşar Esad-Serokê Dewleta Sûriyeyê, Yûnanîstan, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de