17:10 24 Gulan 2018
    Girê Golanê-Leşkerên Îsraîlê

    Artêşa Îsraîlê bo Îranê: Li heremê rakeşiyê aloztir nekin

    © Sputnik / Amir Cohen
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî êrîşên bi moşekan li dijî baregehên leşkerî yên li Girê Golanê ku di bin kontrola Artêşa Îsraîlê de ye pêk hat, berdevkê artêşê daxuyand ku li ser baregehên leşkerî yên Îranê ku li Sûriyeyê hatine bi cihkirin êrîş pêk anîne.

    Berdevkê Artêşa Îsraîlê Concrius, "Em naxwazin rewşa heremê aloztir bikin, lê em ê bersiva êrîşên Îranê yên nû jî bidin." Berdevkê Artêşa Îsraîlê Jonathan Concrius ji rojnamevanan re daxuyand ku em li dijî her êrîşê hişyar in û baldar in: "Em tevgerên Îranê yên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin. Em naxwazin rewşa li heremê aloztir bibe, lê di êrîşek nû de em ê bersivek tund bidin Îranê û em amadene. Em îraniyan hişyar dikin.

    Herwiha Berdevkê Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku beriya êrîşa li ser baregehên Îranê yên li Sûriyeyê Rûsya agahdar kirine. Artêşa Îsraîlê daxuyand ku duh ji Sûriyeyê ji aliyê insûrên Îranê ku bi moşekan li dijî baregehên leşkeri yên Îsraîlê êrîş hatibû kirin, bersiv dane û bi sedan moşek bi ser hedefên Îranê de pekandine.

    Bi heman mijarî:

    Reuters: Di êrişa Îsraîl a Sûriyeyê de 8 jê leşkerên îranî 15 kes hatin kuştin
    Hizbulah: Amerîka, Îsraîl û Erebistana Siûdî destwerdanê li hilbijartinan dikin
    Îsraîl: Pergala parastina S-300an em li Sûriyeyê naxwazin
    Rayedarên amerîkî: Wisa diyar e ku Îsraîl amadekariyê dike, şerê Îranê bike
    Doç. Dr. Durre: Rûsya li dijî êrişa Îsraîl a li hemberî Îranê dernakeve
    Etîketan:
    berdevk, moşek, herem, daxuyanî, Jonathan Concrius, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de