14:15 23 Gulan 2018
    Beşar Esad-Serokê Dewleta Sûriyeyê

    Esad: Ji sala 2013an ve cebilaxaneyên me yên kîmyewî tune ne

    © Sputnik / SANA
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad, piştî ku bi hinceta li Dûmayê çekên kîmeyewî hatiye bikaranîn û DYA, Fransa û Brîtanyayê li dijî Sûriyeyê êrîş pêk anîbûn cara ewil axivî.

    Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad îdiayên hersê dewletan DYA, Fransa û Brîtanyayê wek tewş bi nav kir û got ji sala 2013an ve li welatê me cebilxaneyên çekên kîmyewî tune ne. Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ji Rojnameya Katimerini ya Yûnanistanê re axivî. Esad eşkere kir ku ji sala 2013an ve li Sûriyeyê cebilxaneyên çekên kîmyewî tune ne û îdiayên ku li Xûtaya Rojhilat çekên kîmyewî hatine bikaranîn yên dewletên rojavayî derewin.

    Di 13ê Nîsanê de bi hinceta ku li Dûmayê çekên kîmyewî hatine bikaranîn DYA, Fransa û Brîtanya operasyonek hevpar li dijî Sûriyeyê lidarxistibûn. Herwiha Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad piştî êrîşê cara ewil axivî: "Piştî radestkirina çekên kîmyewî yên sala 2013an, hat lêkolînkirin û teqezkirin ku di destê me de çekên kîmyewî tune ne."

    Bi heman mijarî:

    Brîtanya: Opozîsyona Sûriyê amade ye bê şert û merc bi Sûriye û Rûsyayê re rûne
    Leşkerên Rûsya, Sûriye û Îran li pêy serokê DAIŞê Bexdadî ne
    Pentagonê hejmara leşkerên xwe yên li Sûriye û Iraqê eşkere kir
    Xaça Sor: Em metirsîdar in ku li Sûriye li qadên bi bandor şerên çekdarî pêk bên
    ‘Hêzên Fransayê di êrîşa li ser Sûriye de rastê kêşeya hat’
    Etîketan:
    îdia, çek, çekên kîmyewî, Beşar Esad-Serokê Dewleta Sûriyeyê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de