20:58 22 Gulan 2018
    YPG

    Hindik maye şervanên YPGê bigihîjin çemê Firatê

    © REUTERS / Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 30

    Hat ragihandin ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di çarçoveya Operasyona Bagera Cizîrê de 2 kîlometro maye bigihîjin çemê Firatê.

    Li gor zanyariyên berdest, şervanên YPGê di çarçoveya Operasyona Bagera Cizîrê de li ser sînorê Sûriye-Iraqê kîlomteroyeke din jî pêşve çûn û 2 kîlometro maye ku bigihêjin çemê Firatê.

    Operasyona Bagera Cizîrê di roja xwe ya 9an de bi hemû hêz û leza xwe didome. Şervan kîlometroyeke din pêşve çûn. Li wê herêmê şervanan hejmarek mayînên ku çeteyên DAIŞê çandine, bêbandor kirin. Herwiha piştî pêşveçûna dawî tenê 2 kîlometro mane ku şervan bigihêjin gundê Baxoz ê dikeve ser ava çemê Firatê.

    Hêjayî gotinê ye ku di destpêka pêvajoya duyemîn a Operasyona Bagera Cizîrê de heta niha, şervanên YPGê 21 kîlometroyan li ser sînorê Sûriye-Iraqê pêş ketine.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: YPG bi çekên ku ji Amerîkayê stendine sînorên me tacîz kirin
    YPG: Di êrişê de fermandarek û 3 çekdarên ASAyê hatin kuştin
    Çavuşoglu: Eger YPG ji Menbicê venekişe wek em ketin Qendîlê em ê bikevin Menbicê jî
    'YPG ji bo hêzên erebî li gel hevpeymaniyê civiya'
    Amerîka: YPG ji bo şerê DAIŞê bike ji nû ve vedigere herêma Firatê
    Tirkiye: Yan em yan jî YPG
    Etîketan:
    Operasyona Bagera Cizîrê, YPG, Çemê Firatê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de