21:00 22 Gulan 2018
    Pûtîn û Esad

    Brîtanya: Opozîsyona Sûriyê amade ye bê şert û merc bi Sûriye û Rûsyayê re rûne

    © Sputnik / Aleksey Drujinin
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Borîs Johnson ragihand ku Serokê Desteya Bilind a Gotûbêjan ê muxalefeta Sûriyeyê Nasr Herîrî piştrast kiriye ku ew bê şert û merc amade ne bi rêveberiya Sûriyeyê û Rûsyayê re rûnin.

    Johnson piştî hevdîtina ligel heyeta Desteya Bilind a Gotûbêjkar got ku ew hevdîtin ji bo dawîanîna felaketa mirovî ya 7 salan û hewlên çareseriya krîzê derfeteke girîng e.

    Johnson bêdiliya Serokê Sûriyeyê Beşar Esad bo çareseriya aştiyane ya Sûriyeyê rexne kir û li ser danûstandina bi Herîrî re ragihand, Herîrî car din aniye ziman ku ew dixwazin bêyî şert û mercan bi rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê re rûnin.

    Wezîrê îngilîz herwiha li ser alîkariyên bo Sûriyeyê jî da xuyakirin, piştî 300 milyon sterlînên din ji sala 2011an ve pereyên ku Brîtanyayê şandine Sûriyeyê digihîje 2.7 milyar sterlînan.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Îsraîlê: Hêzên Qûds ên Îranê nêzî 20 moşekan avêtin çeperên me
    Erebistana Siûdî: Heke Îran li bernameya nukleerî vegere, em ê jî çekên nukleerî bistînin
    Hikûmeta Kurdistanê li ser naveroka hevdîtina Pûtîn û Barzanî daxuyanî da
    Rûsya: DYA bi dorpêçên nû dixwaze fiyaskoya êrîşa ser Sûriyeyê telafî bike
    Li navenda paytexta Ewropayê dengê çekan
    YSKê ragihand: 6 namzed dikevin pêşbirka serokomariya Tirkiyeyê
    Etîketan:
    Pûtîn, Johnson, Esad, Sûriye, Brîtanya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de