01:39 26 Gulan 2018
Amerîka li Minbicê baregehe nû ya leşkerî aca dike

Fermandarê Minbicê: Amerîkayê li Minbicê baregeheke nû ava nekiriye

© REUTERS / Rodi Said
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî ku Tirkiyeyê got, “Em ê li hemberî Minbicê operasyonê li dar bixin” hat diyarkirin ku leşkerên Amerîkayê li Minbicê baregeha 3yem a leşkerî ava kiriye lê ev yek ji aliyê rayedaran ve hat derwandin. Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Adil got, ew îdiayên dibêjin Amerîkayê li Minbicê baregeheke nû ava kiriye, dûrê rastiyê ne.

Piştî ku Tirkiyeyê got, "Em ê li hemberî Minbicê operasyonê li dar bixin" hat diyarkirin ku leşkerên Amerîkayê li Minbicê baregeha 3yem a leşkerî ava kiriye lê ev yek ji aliyê rayedaran ve hat derwandin. Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Adil, ku bi ser HSDê ve ye, derbarê mijarê de ji bo Sputnikê axivî û got, ew îdiayên dibêjin Amerîkayê li Minbicê baregeheke nû ava kiriye, dûrê rastiyê ne.

Ajansa Nûçeyan a Reutersê îro di nûçeyeke xwe de gotibû, Amerîka li Minbicê baregeheke leşkerî ava kiriye lê ev nûçe ji aliyê rayedarên leşkerî yên li Minbicê ve hat derewandin.

‘EM DIXWAZIN AMERÎKA LI MINBICÊ GELEK BAREGEHAN AVA BIKE'

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Adil diyar kir ku îdiayên dibêjin leşkerên Amerîkayê li Minbicê baregeheke nû ya leşkerî ava kiriye rastiyê nîşan nadin û di axaftina xwe ya ji bo Sputnikê de got, "Îdiayên dibêjin leşkerên Amerîkayê li Minbicê baregeheke nû ya leşkerî ava kiriye, ne rast in. Nûçeyên derbarê vê mijarê de di çapemeniyê de cih digirin, ne rast in. Li Minbicê 2 baregehên leşkerî yên Amerîkayê hene. Ji bo avakirina baregeheke nû hêj di navbera me de ti lihevkirinek çênebûye. Baregeheke leşkerî dê were avakirin lê hêj tiştekî fermî tune ye. Ger tiştekî fermî çêbibe û baregeke nû were avakirin, em ê eşkere bikin. Em dixwazin Amerîka li Minbicê baregeha xwe ya 3yem ava bike. Em dixwazin Amerîka li Minbicê gelek baregehan ava bike."

Amerîkayê li Rojava û Bakurê Sûriyeyê li bajarên wekî Dêrik, Tebqa, Rimêlan, Hol, Şedadî, Kobanê, Eyn Îsa, Minbic, Reqqa, Dêra Zor, Hesekê û Girê Spî baregehên leşkerî ava kiribûn. Bajarê Minbic di sala 2012a de ketibû deste ASAyê û di sala 2014a de jî ketibû bi kontrol DAIŞê lê di 12ê Tebaxa 2016a de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Minbic ji DAIŞê rizgar kiribû.

Bi heman mijarî:

Wêneyên baregeha nû ya leşkeriya Amerîkayê ya li Minbicê hatin belavkirin
Fransa leşkerên xwe li Minbicê bicih kirin
Fermandarê ASAyê: Em dixwazin Minbicê bê şer kontrol bikin
Fermandarê Encumena Minbicê: Fransa hejmara leşkerên xwe yên li Minbicê zêde dike
'Amerîka gotiye, kî êrîşî Minbicê bike, em ê bersivê bidin'
Etîketan:
baregeha leşkerî, Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Ebû Adil, Minbic
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de