08:05 25 Gulan 2018
    Şam

    Li Şamê êrîşa bi topan: Herî kêm 2 kes mirin, 14 kes birîndar bûn

    © REUTERS /
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Televîzyona dewleta Sûriyeyê ragihand ku li paytext Şamê di êrîşa topan û êrîşa bi wesaîta bombebarkirî de herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest da, 14 kes jî birîndar bûn.

    Televîzyona dewleta Sûriyeyê daxuyand ku 'Di êrîşa li Qûleya Şamê û Qada Maysatê de herî kêm 2 kes mirin, 14 kes jî birînmda bûn.' Hat eşkerekirin ku êrîşa bi topan li Qada Marjehê li dijî Qûleya Şamê ya 29 qatî pêk hatiye, ji aliyê din ve jî li Qada Maysatê ya bakurêrojhilatê bajêr jî wesaîta bombebarkirî teqiya ye.

    Êrîşên bi bombeyî di dema operasyonên hikumeta Sûriyeyê yên li taxên Yarmuk û Haver ul Esved ku li dijî DAIŞê dewam dikirin de pêk hatin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Îsraîlê ji bo ku Îranê moşek vediguhestin baregehên Sûriyeyê ew bombe kirin'
    Bombe bi wesayîta leşkerên tirk de teqiya: Mirî û birîndar hene
    Bombe bi Heşda Şeibî de teqiya: Mirî û birîndar hene
    Di nîvê rê de bombe hat teqandin
    Etîketan:
    mirin, bombe, êrîşa bi wesaîta bombebarkirî, Êrîşa bi topan, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de