18:03 21 Gulan 2018
    HSD

    HSD: Hevpeymaniyê soz daye ku herêmên me ji Tirkiyeyê biparêze

    © AFP 2018 / BULENT KILIC
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê HSDê Kîno Gebrîlî duh sêşemê ragihand ku Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê soz daye ku herêmên birêveberiya xweser ji gefên Tirkiyeyê biparêzin.

    Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, Gabryelî got ku "Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî soz daye wan ku herêmên di bin kontrola wan de biparêzin, nexasim piştî gefên Tirkiyeyê li Minbicê xwarin."

    Hêjayî gotinê ye ku piştî gefên Tirkiyeyê, Fransayê jî hêzên xwe şandin nêzîkî bajarê Minbicê.

    Li gorî berdevkê HSDê, "Hevpeymaniya Navdewletî hêzên xwe li Minbicê zêde kir û herwiha li ser piştgirtina me li dijî hêzên Esadî jî berdewam in û Hevpeymaniyê teqez kiriye ku herêmên di kontrola me de biparêzin."

    Bi heman mijarî:

    ‘Amerîka li ser formuleke ku HSDê ji dest bernede dixebite'
    HSDê îdîayên Artêşa Tirkiyeyê red kirin: Em li cihên sivîlan bi cih nabin
    'HSDê û Artêşa Sûriyeyê ji bo Efrînê li hev kir'
    Tirkiyeyê ji bo hêzên HSDê yên diçin Efrînê: Divê hevalbendên me têkevin dewreyê
    Etîketan:
    Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, HSD, Kîno Gabryel, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de