16:52 20 Gulan 2018
    Êrişa Îsraîl a li hemberî Şamê

    Reuters: Di êrişa Îsraîl a Sûriyeyê de 8 jê leşkerên îranî 15 kes hatin kuştin

    © AP Photo / SANA
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku di êrişa artêşa Îsraîlê ya duh ya li hemberî Sûriyeyê de 8 jê leşkerên îranî 15 kes hatin kuştin.

    Li gor nûçeya ajansa Reutersê ku dispêre Rewangeha Mafê Mirov a Sûriye li Londrayê di êrişa Îsraîl a li hemberî tesîsên leşkerî ya başûrê Şamê de 8 jê leşkerên îranî 15 kesan canê xwe ji dest da.

    Şevê din piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji vekişandina peymana nûkleerî, Îsraîlê li Sûriyeyê êrişî hinek tesîsên leşkerî kiribû.

    Herwiha ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA) jî di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê du moşekên Îsralê ku başûrê Şamê kirine armanc îmha kirin.

    Bi heman mijarî:

    Hizbulah: Amerîka, Îsraîl û Erebistana Siûdî destwerdanê li hilbijartinan dikin
    Îsraîl: Pergala parastina S-300an em li Sûriyeyê naxwazin
    Şerekî di navbera Îsraîl û Îranê de dê bandorekî çawa li kurdan bike?
    Rayedarên amerîkî: Wisa diyar e ku Îsraîl amadekariyê dike, şerê Îranê bike
    Pêşnûmaya 'Îsraîl wek welatê cihûyan dinase' di dengdana pêşî de hat pejirandin
    Etîketan:
    8 jê leşkerên îranî 15 kes hatin kuştin, Artêşa Îsraîlê, Sûriye, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de