05:34 22 Gulan 2018
    Rojava

    Dadgehên Rojava û darizandina DAIŞiyan di rojeva medyaya cîhanê de ne

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Dadgehên Rojava û darizandina DAIŞiyên berê, bûye mijareke sereke ya medyaya cîhanê. Ajansa Associated Pressê du raport belav kirin ku li ser darizandina endamên DAIŞê yên YPG ew girtine û dadgehên Federasyona Bakurê Sûriyeye(Rojava) wan didarizîne disekine û behsa pêvajoya wê dike.

    Ajansê di herdu raportan de destnîşan dike ku YPGya pêşengiya HSDê dike û çarêkeke axa Sûriyeyê kontrol dike, pergala xwe ya dadweriyê ava kiriye da ku îsbat bike ku dikare dadmendiyê jî pêk bîne lê belê hinek kêşe hene, ji ber ne di nava welatî de ne jî li derveyî welatî bi awayekî fermî nayên nasîn ku ev jî rê li ber darizandina DAIŞiyên biyanî digire, mehkûm bê parêzer dimînin û derfeta temyîzkirina biryarên dadgehê nade.

    APê behsa hûrgiliyên pergala dadweriyê ya Rojava dike û diyar dike ku birêveberiya kurdî hikmê bidarvekirinê betal kiriye û sizayê herî giran e, 'zindana muebede' ku ew jî tê wê wateyê ku girtî bo 20 salan girtî bimînin.

    Herwiha di raportan de tê diyarkirin ku dadgehên kurdî hikmên sivikkirî li wan endamên DAIŞê dibirin yên temenê wan kêmî 18 salan e an jî yên xwe radest kiriye û di girtîgehê de xwediyên reftarên baş in.

    Li gorî raportan dadgehên kurdî carinan di darizandina zarokên hinek eşîrên erebî yên xurt de xwe dispêre navbeynkarî û lihevkirinê ku ew eşîrên ereb xurt in û di dema DAIŞê de bibandor bûn.

    AP di nûçeya xwe de dibêje ku di çarçoveya başkirina têkiliyên xwe li gel van eşîran, birêveberiya kurdî îsal tenê biryar daye ku bêtirî 80 çekdarên berê berde.

    Mezintirîn dadgehê, li bajarê Qamişloyê ye ku ji sala 2015an ve hikm li 1533 sûriyan û herwiha çend iraqî birîne, ji ber endambûna wan di DAIŞê de û hikmê muebed li ser 146 kesan ji wan hatiye birîn û 133 kesan jî beraat kiriye.

    Ajansê teqez kir ku piştî jihevxistina DAIŞê li Sûriyeyê, hejmara DAIŞiyên girtî zêde bûye, tenê sala 2017an 674 kes derketine pêşberî dadgehan ku ev rêje du qatên a par e. Herwiha dadgehan ji destpêka salê ve li 225 dozan neriye.

    Hêjayî gotinê ye ku hejmara DAIŞiyên li birêveberiya kurdî hatine girtin, 400-500 ye ku rayedarekî kurdî ê payebilind teqez kiriye ku tenê Rûsyayê qebûl kiriye ku welatiyên xwe bistîne.

    Ji aliyê din ve, rêxistina Human Rights Watchê îsal ragihandibû ku nêzîkî du hezar jin û zarokên ku piraniya wan biyanî ne û ji malbatên DAIŞiyan in li kampan dijîn.

    Li gorî îdîaya ajansê, ji ber ku birêveberiya kurdî dixwaze têkiliyên baş li gel ereban deyne û îsbat bike ku dikare dadmendiyê pêk bîne û eger bide ber dadgehên Îraqê, dadgehên Rojava sizayên gelekî giran li wan DAIŞiyên girtî nabirin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Amerîka li Minbicê ji bo HSDê biparêze du baregehên leşkerî ava dike'
    Navenda Ragihandinê ya HSDê, encama operasyona Efrînê bi raya giştî re parve kir
    Rûsya: Alîkariya Amerîkayê ya bo HSDê rakeşiya Efrînê zêde dike
    Pentagon: Çekên HSDê ji bo armanceke baş tên bikaranîn
    HSDê agahiyên dawî yên operasyona li dijî Efrînê eşkere kirin
    HSDê bîlançoya êrîşa li dijî Efrînê ya roja 4em aşkere kir
    HSDê agahiyên dawî yên operasyona li dijî Efrînê eşkere kirin
    'Hêza leşkerî ya ji 30 hezaran pêk tê, dê girêdayî HSDê be'
    Sûriyeyê derbarê damezirandina hêzeke nû ya girêdayî HSDê de daxuyaniyek da
    Etîketan:
    DAIŞ, YPG, HSD, Qamişlo, Iraq, Rûsya, Bakurê Sûriyeyê, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de