05:21 25 Gulan 2018
    Artêşa Sûriyeyê

    Milîtanên DAIŞê li Hacerul Eswedê hatin dorpêçkirin

    © AFP 2018 / Stringer
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Operasyona artêşa Sûriyeyê li herêma Hacerul Eswedê li hemberî milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê dewam dike.

    Li gor nûçeya ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA) artêşa Sûriyeyê di çarçoveya operasyonên hewayî 3u bejayî de milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê li herêma Hacerul Eswedê dorpêç kirin.

    Berpirsekî leşkerî yê artêşa Sûriyeyê di axaftina xwe ya SANAyê de got: "Milîtanên terorîst di nava avahiyan de tunel kolandine û avahî bi tunelan bi hev ve girêdane û hewl didin di wan tunelan de birevin, lê artêşê tunel dorpêç kirine."

    Li gor daxuyaniyê artêşa Sûriyeyê ji bo tunelan îmha bike wesayîtên kar birine herêmê û milîtan DAIŞê ji bo tunel neyên îmhakirin êrişî artêşê dike. Tê gotin di nava milîtanên ku êriş dikin de nîşangir jî hene.

    Herwiha berpirsekî din jî di axaftina xwe de ragihand ku artêş gihîşte serê tunelên ku avahî bi hev ve girêdane.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Em bi Tirkiye û Îran re ji bo Suriye amadekariya civînek nû dikin
    Suriye: Rûsya li Dêra Zorê dê baregeha leşkerî çêneke
    Ji Trump daxuyaniyên Suriye û Îranê
    Balafira Suriye ya cengê hat xistin
    DYA: Armanca me piştgiriya hêzên dijberên DAIŞ’ê yên li Suriye’yê ne
    Etîketan:
    DAIŞ, Artêşa Sûriyeyê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de