05:19 25 Gulan 2018
    Qamışlo

    Heyeteke ewropî ji deriyê Sêmêlka derbasî Qamişloyê bû

    © Sputnik / Hediye Levent
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat ragihandin ku heyeteke ewropî di deriyê sînor ê Sêmêlka de ji Herêma Kurdistanê derbasî bajarê Qamişloyê bû.

    Heyeta ewropî ji endamê Yekîtiya Scotlandî Sara Jîn, derhêner Kirkox Kant, endama Parlementoya Ewropa ya li bakur rojavayê Brîtanyayê û Endama Komîteya Mafên Jinê Cûlya Werd, Meryem Eşref, parêzera Îrlendî Wendy Leon û parêzer En Blaine pêk tê.

    Herwiha heyeta ewropî ji aliyê endamên Komîteya Têkîliyên Dîplomatîk a Kongreya Star Wehîbe Çito, Sena Xelîl û Firyal Hesen ve hat pêşwazîkirin û dê heyet li herêmên Rojava-Bakurê Sûriyê bigerin, şoreşa Rojava û tecrûbeya jinê di nava şoreşê de bişopînin.

    Tê pêşbînîkirin ku heyeta ewropî serdana saziyên jin û sivîl ên li herêma Rojava bikin.

    Bi heman mijarî:

    Li Qamişlo teqîn: Anonsên kurdî hatin kirin
    Li Qamişlo nêzî dibistana Ehmed Mirêwîd teqîn
    Agir bi bazara Qamişlo ket
    ENKS li ber avahiya NY ya Qamişlo xwepêşandanê li dar dixe
    Etîketan:
    Heyeteke ewropî serdana Qamişloyê kir, Qamişlo, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de