17:29 23 Gulan 2018
    Rakka DSG YPG

    'Amerîka dixwaze herêmên di kontrola YPGê de zêdetir bike'

    © REUTERS / Erik De Castro
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Malpera Erebî21ê raporteke bi sernavê 'Gelo Amerîka hewl dide deverên di kontrola YPGê de berfirehtir bike?' weşand û îdîa kir ku Amerîka li ser dixebite ku YPGê bigihîne herêmên naverasta Sûriyeyê û têkiliyên kurdan û Îranê têk bibe.

    Serokê Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê yê berê Îsmaîl Mela Omerî îdîa kir Amerîka ku hewl dide herêmên di bin kontrola YPGê de zêde bike û wan bigihîne herêmên hundirîn ên Sûriyeyê.

    "AMERÎKA QONAXA DUYEM A PLANA JI BO YPGÊ DAYE DESTPÊKIRIN"

    Li gorî nûçeya Erebî 21ê, Mele Omerî di daxuyaniyên rojnamevaniyê de gotiye: "Amerîka gihiştiye qonaxa duyem a 'planeke nepen' ku hewl dide pêk bîne di rêya valakirina erdê li pêşberî YPGê da ku xwe bigihînin herêmên li naverasta Sûriyeyê."

    "AMERÎKA DIXWAZE BI YPGÊ FIŞARÊ LI TIRKIYEYÊ BIKE"

    Endamê Hevpeymaniya Niştimanî yê berê Huseyin Bisêsî teqez kir ku Amerîka lê dixebite da ku pêgeha YPGê berfireh bike ku bi her awayî piştgiriya wan dike da ku "wan wek amûr bi kar bîne ji bo fişarê li Tirkiyeyê bike û herwiha dema ku çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê pêk were, Amerîka dixwaze piştgiriyê bide helwesta kurdan."

    "HETA BERJEWENDIYÊN AMERÎKAYÊ PÊK WERÎNE, HEVPEYMANIYA WÊ Û YPGÊ DÊ DEWAM BIKE"

    Besîsî wiha gotiye: "Gava ku Amerîkayê hevparekî rast, çalak û rêxistî ji bo şerê terorê peyda nekir, xwe spart YPGê û bi tiştê pêwîst piştgirî da wan. Lewra heta ku berjewendiyên Amerîkayê pêk bîne, ev hevpeymanî dê berdewam bike."

    "DAIŞ XELAS BIBE, HÊZÊN EREBÎ DÊ DEST JI KARÊ LI GEL YPGÊ BERDIN"

    Lê Bisîsî diyar kir ku 'ev hewlên Amerîkayê dê bi ser nekevin, nexasim ku şerê li dijî DAIŞê ber bi dawî ve tê ku ev jî dê bibe sedem ku hêzên erebî yên bi YPGê re dixebitin dest ji karî berdin û ev jî dê bibe sedema tevlihevî û kêmasiyan di nava wan hêzan de û di encamê de dê ihtimala serkeftina wan di berfirehkirina herêmên xwe de kêm bibe."

    "AMERÎKA DIXWAZE DERBEYEKÊ LI TÊKILIYÊN KURDAN Û ÎRANÊ XÎNE"

    Ji aliyê din ve, Endamê Koma Xebata ji bo Sûriyeyê, aktivîstê siyasî Derwêş Xelîfe dibêje ku "amerîka ji rêjeya erdnîgariya li Sûriyeyê kontrol dikin ne razî ne û niyeta wan heye, wê erdê berfireh bikin. Herwiha dixwazin derbeyekê li têkiliyên kurdî-îranî xin piştî ku li Iraqê bi pêş de ketin û berî ku heman tişt li Sûriyeyê pêk were."

    Bi heman mijarî:

    Asya Abdullah: Dê YPG hemû deveran ji nû ve kontrol bike
    Parlamentarê Swêdî li Efrînê serdana goristana YPG û YPJê kir
    YPG: Helwesta Amerîkayê qels e
    Hevpeymaniya Navdewletî: Dê YPG herêma Firatê bernede
    Li Almanyayê qedexeya li ser alên YPG, YPJ û PYDê hat rakirin
    YPG: Wê şer dirêj bajo, em ê heta dawiyê Efrînê biparêzin
    Çavuşoglu: Dema YPG ji Minbicê vekişe dê leşkerên amerîkî û tirkî ewlehiyê saz bikin
    Etîketan:
    Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê, YPG, Huseyin Bisêsî, Îsmaîl Mela Omer, Dêra Zorê, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de