14:16 23 Gulan 2018
    Penaberên sûriyeyî

    Serokomar: Êdî bila koçberên sûriyeyî vegerin welatê xwe

    © Sputnik / Valeriy Melnikov
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê Libnanê Mîşel Aun di axaftina xwe de ragihand ku êdî penaberên Sûriyeyê ku li Libnanê dimînin divê vegerin welatê xwe.

    Serokomar Michel Aun di berdewamiya axaftina xwe de got: "Rewşa penaberên Sûriyeyê li Libnanê baş e. Divê êdî penaber vegerin nav deverên parastî yên li nav welatê xwe û ji dema ku ew hatine nav Libnanê hejmara tawanan zêdetir bûye."

    Mîşel Aun got: "Heta ku ew penaberên sûriyeyî li Libnanê bimînin dê bandora şer li ser Berûda paytexta Libnanê her hebe.

    Hêjayî gotinê ye ku şer û aloziyên li Sûriyê heft sal in berdewam e û çendîn milyon welatiyên sûriyeyî bi neçarî aware û koçberî welatên derdor û Ewropayê bûne.

    Bi heman mijarî:

    Li Behra Spî 80 penaber hatin rizgarkirin
    Di nava salekê de 618 zarokên penaber winda bûn
    Di nava salekê de 12 zarokên penaber xwe kuşt
    ‘Tenê yek penaber jî nikare vegere Şingalê’
    Pewistiya 36 hezar zarokên penaber bi alîkariya lezgîn heye
    Etîketan:
    Serokomarê Libnanê, Mîşel Aun, Sûriye, Libnan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de