16:51 20 Gulan 2018
    Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed

    Îlham Ehmed: Em ê bi rêyên siyasî û hiqûqî Efrînê rizgar bikin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Hevseroka Encumena Sûriyeyê ya Demokratîk Îlham Ehmed diyar kir ku ew dê bi rêyên siyasî û hiqûqî herêma Efrînê ya Rojava rizgar bikin.

    Li gorî ragihandina Basnewsê Hevseroka Encumena Sûriyeyê ya Demokratîk Îlham Ehmed li bajarê Amûdê yê Rojava di axaftineke xwe de anî ziman ku ew ê ji bo rizgarkirina Efrînê çend rêyên nû bi kar bînin û got, di vê demê de bijarteya wan a herî girîng jî bikaranîna rêyên siyasî û hiqûqî ye.

    Ehmed ji tevahiya gelê Sûriyeyê daxwaz kir ku li dijî Tirkiyeyê derkeve û bang li civaka navdewletî jî kir ku hewldanên ji bo guhertina demografiya Efrînê bidin rawestandin.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiyeyê bersiv da daxuyaniya Amerîkayê ya ji bo Efrînê
    '202 malbatên ereb li Efrînê hatin bicihkirin'
    Li Efrînê leşkerekî tirk di teqînê de can da, yek jî birîndar bû
    'Komên çekdar ên bi piştgiriya Tirkiyeyê li Efrînê medyakarekî kurd bi zorê digire'
    Etîketan:
    rizgarkirin, rêyên siyasî, Hevseroka Encumena Sûriyeyê ya Demokratîk, Îlham Ehmed, Amûdê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de