17:33 23 Gulan 2018
    Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Hevpeymaniya Têkoşîna Dijî DAIŞê Brett McGurk

    'McGurk navbeynkarî kir da ku şerê HSDê û hêzeke erebî rawestîne'

    © AFP 2018 / AHMAD ABDO
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Nûnerê serokê Amerîka yê şerê li dijî DAIŞê Brett McGurk navbeynkarî di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên YPG pêşengiya wan dike û Hêzên Nexbeyê yên erebî li parêzgeha Dêra Zore ya rojhilatê Sûriyeyê rawestîne.

    Rojnameya Şerq el Ewsetê ragihand ku çavkaniyan duh şemiyê gotiye, "Nûnerê serokê Amerîka yê şerê li dijî DAIŞê Brett McGurk navbeynkarî kiriye da ku şerê navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên kurdî-erebî û hêzên Nexbeyê ya erebî li herêmên di bin kontrola hevpeymanên Washingtonê yên rojhilatê Sûriyeyê de rawestîne."

    Li gorî rojnameyê, "yekîneyeke HSDê ku ji 50 kesan pêk tê berî du rojan ber bi bajarokê Ebû Hemamê li rojhilatê Dêra Zorê ve çûye û ji Fermandarê Hêzên Nexbeyê Ebû Îmadî xwestiye çekên xwe radest bike, li gel ku Ebû Îmadî beşdarî şerê dijî DAIŞê ji bo rizgarkirina Reqayê bûye.

    Wan çavkaniyan gotiye ku "hêzeke din a HSDê ji 400 kesan pêk tê duh bi şev(pêr)) çûye bajarokê Ebû Hemamê da ku çekan ji Ebû Îmadî 'bistîne', lewra McGurk neçar maye navbeynkariyê bike da ku şer rawestîne."

    Bi heman mijarî:

    Barzanî û McGurk li hev civiyan
    Brett McGurk: Em piştgiriya Kurdistaneke bihêz û yekgirtî dikin
    McGurk: 'Operasyona Efrînê' dê can bide DAIŞa ku ber têkçûnê ye
    McGurk: Rewşa li Efrînê gelekî aloz e
    McGurk nameyek da serkirdeyên Herêma Kurdistanê
    McGurk û Qubad Talebanî li Hewlêrê civiyan
    McGurk xerciyên Amerîkayê di şerê Mûsilê de eşkere kir
    McGurk: Em ê di dayîna çekên YPGê de guherandin bikin
    Etîketan:
    Hêza Nexbeyê, HSD, Brett McGurk, Ebû Hemam, Dêra Zorê, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de