11:09 24 Gulan 2018
    Li navenda Efrînê leşkerên tirk û şêniyên bajêr

    Li el Babê leşkerên tirk gule berê sivîlan dan

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Leşkerên tirk gule li ser welatiyên sivil yên li el Babê ku li dijê zulma Artêşa Sûriya Azad derketin reşand. Di encamê de hin sivîl birîndar bûn.

    Di dîmenên ku hatine parvekirin de tê dîtin ku gel adisiya xwe ya ji ber çekdarên ASAyê bide nîşan lê leşkerên tirk wan diparêzin û bi awayek tund bersivê didin û çekan bi kar tînîn. Di encamê de hin sivîl birîndar dibin.

    ​Li gorê agahiyên ku heman hesabê parve kirine, çekdarên ASAyê, li nexweşxaneya el Babê li xebatkaran heqaretê kirine û wan bi çekan tehdît kirine. Gel ji lişkerên tirk xwestine ku wan teslîmê gel bikin lê leşkeran vê qebûl nekiriye. Di encamê de leşkerên tirk çekan bi kar tînin û sivîl birîndar dibin.

    Di vê vîdeoyê de dixwiye ku çekdar li nexeşxanê xebatkaran bi çek tehdît dikin.

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu: El Bab temam e, di rêzê de jî Reqqa heye
    Etîketan:
    leşkerên tirk, şer, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de